Adar 21, 2018 18:32 Asia/Tehran
  • Peyama rêberê qedirgiran ê inqilabê bi boneya sala nû, destpêkek digel hêvî û hewildanê

Gelê Îranê sala nû bi peyama Newrozê ya rêberê qedirgiran ê inqilabê destpê kir. Peyama ku tijî xal û hêvîya têkildarî pêşerojê ye.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li peyamekê bi boneya destpêbûna sala 1397`ê Koçî-Tavî, bi pîrozkirina sala nû li hemî hevwelatî û îranîyan nemaze malbatên bilindqedir ên şehîd, canbaz, tezelaw û ciwanên hêvîçîkir û pêşdebirên hereketa zanistî ya welêt, Newrozeke şa, şirîn û saleke tijî xêr û bereketê hêvî kir û sala nû sala Piştgirîya Ji Kelûpelên Îranî bi nav kir. Sala ku buhurî ji bo gelê Îranê saleke tijî evrazî û nişîvî û bûyerên tel û şirîn û di eynî demî de hilgirê destkevtên girîng bû.

Pişkdarîya zêde ji 40 milyon kes ji gelê Îranê li hilbijartinên serokomarî û konseyên gund û bajêran ku rêberê giranqedir ê inqilabê ew wek pişkdarîyeke gellekî baş, berfire, matmayîkir û pirrwate bi nav kir, destkevteke mezin bû. Ev pişkdarîya li meşa Roja Qudsê, meşên roja 9`ê Dêyê û seratir ji gişkan li meşa hêjayî temaşekirinê ya roja 22`yê Behmenê berdewam bû. Lewma Hezretê ayetulah Xaminêyî li nirxandina evraz û nişîvî, telatî û şîrînatîyên sala 1396`an, ev sala ``sala nîşandayîna mezinatî, iqtidar û pişkdarîya gel`` bi nav kir û bal kişand ser plandarêjî û hewildana bêencam a dijminan ji bo birêxistina alozî û nearamîyê di mehên dawîya sala buhurî de û meşên xweristî yên gel li hemberî ajawegêrîyan nîşana pişkdarî û amadebûna gelê mezin, zane, çalak û amade ê Îranê li hemî meydanan zanî.

Peyama rêberê qedirgiran ê inqilabê ya bi boneya Newrozê ji vê hêlê ve girîngîyeke istiratêjîk heye lê, hêla din a girîngîya gotinên rêberê giranqedir pêgirîya ser pêwîstîya naskirina rastî ya derfet û gefan e. Dijminên Nizama Komara Islamî ya Îranê di sala buhurî da bi komployên curbicur ji wan bi birêvebirina ajawegêrîyan li nav welêt û bi nearamkirina sînorên Îranê ji derve hewil dan ku derbê li Nizama Komara Islamî ya Îranê bidin. Lê gelê Îranê û heta ew kesên ku dijminan dil hebûn ajawegêrîyan ser navê wan tevav bikin, li hemberî ajawegêran sekinîn û bi vê bûyerê, mezinatîya gelê Îranê zêdetir ji berê eyan bû.Niha sala nû li halekî destpê bûye ku gelê Îranê di hemî waran de bi awayekî xurt û mehkem li hemberî zext û gefan sekinîye û bi awayekî micid û bihêz pêş da pêngavan radike ta ku hela jî gefan veguherîne derfetê.

Di vê çarçovê de rêberê qedirgiran ê inqilabê li peyama  xwe ya bi boneya Newrozê, îsal jî bi awayekî taybet pêgirî li ser meseleya ``aborîyê`` kirîye. Wî sala nû sala Piştgirîya Ji Kelûpelên Îranî bi nav kir û bi vê yekê careka din girîngîya meseleya aborîyê bi bîr xist û got: Heke berhemanîna netewî bi hewildan û vîyana giştî were lezandin, dê gellek pirsgirêkên jîyana gel û meseleyên karkirin û sermayedanînê bên çareserkirin û zîyanên civakî kêm bibin, ser vî esasî min îsal sala ``piştgirîya ji kelûpelên îranî`` bi nav kirîye.

Ev mijara li durişma sala 1396`an bi navlêkirina sala ``aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn û karkirinê`` hat pêgirîkirinê û di vê çarçovê de pêngavên girîng hatin rakirin lê hela jî gellek kar mane ku divê heta serêxwegirtina vê durişmê bên şopandin û pêkanînê.

Xalên girîng ku rêberê qedirgiran ê inqilabê li peyama xwe ya Newrozê ragihandin, di rastîyê de nexşerêya bidestxistina serketinên mezin di sala nû de ne.