Mijdar 10, 2017 18:40 Asia/Tehran
  • Rexneya wezîrê berevaniya Tirkiyê ji Amerîkayê libara şandina çekan jibo PKK`ê

Wezîrê berevanîyê yê Tirkîyê, careka din Amerîkayê di warê dayîna çekan bo PKK`ê de tawanbar kir.

Wezîrê berevanîyê yê Tirkîyê, Amerîka di warê dayîna çekan bo PKK`ê de tawanbar kir.

Nûredîn Canikli şeva buhurî (9`ê Mijdarê) got ku çekên ji endamên PKK`ê li parêzgeha Hekarîyê li başûra rojhilata Tirkîyê bi dest ketine, ew çek û rextên amerîkî ne ku Waşîngtonê dane Yekîneyên Parastina gel (YPG`ê) li Sûrîyê.

Canikli herwiha got: PKK û YPG ji yek cihî çekan werdigirin û tên birêvebirin.

Gotinên Nûredîn Canikli, liser piştgîriya siyasî û bi çekan a Amerîkayê ji komên Kurd ên li Tirkiye, Iraq û Sûriyê, bi taybet endamên Partya karkerên Kurdistana (PKK) li Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Sûriyê, gotinên nû nînin.

Ev axiftin berî niha û bi taybet bi destpêbûna qeyrana Sûriyê û ketina Kurdên sûrî nav meselên siyasî û meydanî yên Sûriyê û piştgîriya Amerîkayê ji van komana zêdetir bûn lê qet piştgîriya Amerîkayê ji Kurdên Sûriyê neguherî û kêm nebû, heta dema ku rayedarên Tirk bona nîşandayîna nerizamendiya li hember piştgîriya bi çekan a Amerîkayê ji Kurdên Sûriyê û şandina kamyonên hilgirê hemî cure çekan bo Kurdên Sûriyê, mijara hitmala radestkirina van çekan bo Kurdên Tirkiyê (PKK) raber kirin.

Hin kes ser vê bawerê ne ku sedema berçavnegirtina nerizamendiyên Tirkiyê li hember hevhatina aşker û veşartî ya Waşîngton û Enqerê ji aliyê Amerîkayê ve, vedigere ser perçekirina kar jibo piştgîriya ji komên neyarên dewleta Bişar Esed,  Wisan ku erka dabînkirina çekên van hêzan û helbet rêya veguhestina alavên leşkerî jibo wan di nava welatên neyarê dewleta Şamê de kivş bû û liser wan hevhatin hate kirin. Lê Tirkiye dema ku Amerîka pişta Kurdên sûrî girt, pêhesiya ku serederiya wê li lîstika hêz û siyasetê li alûgorên navçeya Rojhilata Navînê, reftar û serederiyeka şaş bûye jiber ku Tirkiye êdî nedikarî tevî hevhatina bi Amerîkayê re , desta ji piştgîriya siyasî û locêstîkî ya ji komên din ên neyarê Esed ji wan DAIŞ`ê û komên din ên terorîst berde. Wisan ku Amerîkayê armancên xwe yên demkurt û demdirêj, li teyarkirina Kurdên Sûriyê didît û dizanî, ev koma wekî alavekê jibo xurtkirina komên din ên Kurd ên navçê wek PKK`ê bi kar anî. Mijara ku niha xewa rêberên Tirkiyê aloz kiriye.

Rexneya serokkomarê Tirkiyê ji şandina çekan ji aliyê Amerîkayê ve bo komên Kurd ên li Sûriyê û eva ku ev çekane deswa Sûriye û Iraqê, li Tirkiyê û dijî vî welatî bi kar tên, yek ji hegerên van rexne û nîgeraniyan e.

Weşandina nûçeya ketina 112 trêliyên hilgirê çekên giran ên amerîkî jibo Kurdên Partya yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) li nîveka havîna buhurî nav parêzgeha Heseke ya li Sûriyê ku di destê Kurdên PYD û PKK`ê da ye, yek ji hegerên din ên şaşûpaşobûn rêberên Tirkiyê bû, lê ev şaşopaşobûn û rexneyên berdewam ên rayedarên Enqerê ji Waşîngtonê, qet nebûne sedem ku Amerîka piştgîriya xwe ya ji komên Kurd ên Sûriye û Tirkiyê kêm bike û bisekinîne.

Nêzî çil sal in ku bi serketina Înqilaba Îslamiya Îranê, civaka cîhanî, reftara şeytanî ya siyaseta derveyî ya Amerîkayê zaniye û pê hesiyaye. Hêvîdarbûna li guherîna reftara Şeytîn, ji kokê va şaş e, wisan ku bihêvîbûna rayedarên Tirkiyê li guherîna reftara Amerîkayê, hêvîyeka şaş e.

Di rastiyê de Tirkiye dema ku bi hêviya vejiyandina nifûza xwe ya li coxrafiyaya dema Usmanî, derbasî qada mesele û mijarên têkildarî welatên Rojhilata navînê bû, fikir nedikir ku bi lîstika xwe ya lawaz û bêyî stratêjiyê, der bide.

Lê niha Tirkiye ne tenê xwe derdaiyê qada siyasetê û nifûza li Rojhilata Navînlê dizane, belkî jiber ketina lîstika Domînoya Bê ewlehîtiyê nav çarçoveya sînorên xwe yên neteweyî û ketina ber xeterê ya ewlehiya sînor û helbet coxrafiyaya xwe ya siyasî jî nîgeran û aloz bûye.

Divê meriv pêvajoya berdewam û berbizêdebûnê ya rexneyên rayedarên tirk ji Amerîkayê liser şandina çekan bo komên Kurd ên Sûriye û Tirkiyê, her ji vê hêlê va mêze bike û berçav bigire.