Îlon 14, 2017 16:49 Asia/Tehran
  • Welatên rojavayî li dû bijardeyên din ji bilî Lihevkirina Navokî ji bo anîna zext û zorê ser Îranê ne

Li nava pêngavên serokomarê Amerîkayê dijî Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û huişyariyên li nav û derveyî Amerîkayê bo wî, mêdya qala stratijiya di rû da nû ya Ewropayêî li vî warî dikin.

Li gorî rapora El Manîtorê, ewropiyan li gotûbêjan pêşniyar kirine ku Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê sozdarê Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar bimîne û li berdêla vî karî ewna dê li warê anîna zexta zêdetir ser Îranê li babetên din hevkariya wî bikin.

Stratejiya parastina Lihevkirina Navokî hevrê digel anîna zexta zêdetir li ser Îranê li halekî ketiye rojeva Koşka Sipî û hevpeymanên ewropî yên Amerîkayê ku van rojan renge zêde ji her demeke din liv û tevgerên Waşîngtonê li dijî Lihevkirina Navokî li kêleka dijayetiyan digel van liv û tevgeran zêde bpûye.

Li helahelaya herî nû ya dijî Lihevkirina Navokî ji aliyê Waşîngtonê va, berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê, Hîsir Noêrs careke din îdia kir ku Îranê riha Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar binpê kiriye.

Serokê Kongreya Amerîkayê, Pol Rayan jî çalakiyên mûçekî yên Îranê kirin mehne û got ku Îran gellek pêngava derveyî Lihevkirina Navokî radike.

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst, Bênyamîn Nêtanyahû jî hevdeng digel Waşîngtonê û hevtûşê tevgera siyonîstî - dijî Lihevkirina Navokî li nav Amerîkayê, Lihevkirina Navokî wek lihevkirineke xerab û kûtî da zanînû  xwest ku ev lihevkirin were guhertin û heke pêkan bû were betalkirin.

Hevdem digel van gotinan, hişiayriyên li bara her cûre hewildanan ji bo betalkirna Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar didomin.

Zêde ji 80 karzanên navneteweyî ji wan rêvebirê giştî yê berê yê Ajansa Navneteweyiya Enêrjiya Atomê, Hans Blîks, bi daxûyaniyekê her cûre pêngavahitmalî ya Trump lji bo betalkirina Lihevkirina Navokî pêngaveke herî neberaqil dan zanînê.

Gotûbêjkera derecebilind a dewleta Amerîkayê li gotûbêjên Navokî, Wendî Şirmen jî got: ``Derketina ji Lihevkirina  Navokî wê qelaşê navbera Waşîngtonê û hevpeymanên wî yên ewropî pêk bîne``.

Di rewşeke viha da parastina Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar hevdem digel anîna zexta zêdetir bi vê egerê pêk tê ku ev stratijî li gorî fikra plandarêjên wan hem armancên dijî Îranê digihîne encamê û hem dilgiraniyê ji ber dûhatên betalkirina Lihevkirina Navokî ji holê radike.

Li Waşîngtonê jî pênc rayedarên niha û yên berê planek dane ber destê Trump ku rûbirûbûna tundtir digel Îranê têkildarî Sûriye, Iraq, behrêyn û Yemenê diogire ber xwe.

Tê gotin ku ev plana heke ji aliyê Trump va were pesendkirin, wê heta dawiya meha Îlona 2017`an bi awayê giştî were ragihandin.

Hin mêdyayan ji zarê rayedarên amerîkî pêşbînjî kirine ku Trump di rapora din bo Kongreyê jî sozdariya Îranê li warê Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ragihîne.

Serokomarê Amerîkayê û rawêjkarên wî yên tundrê û zêdegav, mîna hevpeymanên ewropî yên Waşîngtonê gihîştine vê encamê ku Lihevkirina Navneteweyiya ya navokî, warekî guncaw ji bo helahela an heta danûstandinên dîplomatîk nîne.