Tekezkirina rêberê giranqedr ê inqilabê ser girîngiya beşdariya gel li hilbijartinê
Rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî li hevdîtina bi hezaran kes ji ferhengiyan û komek ji xwendekarên Zanîngeha Ferhengiyan, kesayetiyên çandî û berpirsên wezareta hîndekarî û perwerdehiyê ya Îranê re, cardinê ser girîngiya beşdariya gel li hilbijartinê sekinî.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li vê hevdîtinê ku roja yekşemiyê û bi muansibeta rêzgirtian ji Hefteya Mamosteyan hat lidarxistin, hilbijartin meseleyeke bingehîn da zanîn ku ji hirz û ramana demokrasiya olî çavkanî girtiye û tekez kir: Beşdariya hemî gel bi fikr û selîqên curbicure siyasî, li hilbijartinên 19 Gulana 2017`an, parastina otorîte, mezinatî û parastîbûna Îranê misoger dike û bi beşdariyeke wiha , dijmin dê ticarî nekaribe derkeve pêşberî gelê Îranê.
Rêberê giranqedr ê inqilabê destnîşan kir:Tenê berbenda li hember nîşandayîna neyariya dijmin, beşdariya gel li meydanê ye ji ber ku mezinatiya welatekî 80 milyonî bi hêza însanî ya bihêz û jîr û xwediyê bi milyonan ciwanan, tirsê dixe dilê dijminan.
Ezmûna nêzîkî 4 dehekan a jîyana nizama Komara Îslamî û beşdariya gel li hilbiajrtinê nîşan dide ku her çiqasî beşadriya gel li hilbijartinê berfireh û germ û gurr bûye, bandorên wê ser geşatiya demokrasiyê û otorîteya nizama Komara Îslamî berbiçavtir bûye.
Beşdariya bi zanebûnê û bicoş a gel li hilbijartinê jixwe pîvana herî giring a otorîteya Nizama Komara Îslamî ya Îranê li hember gefan tê hesabê. Gelê Îranê bi beşdariya xwe ya herîzêde, her carê ev otorîteya xwe nîşanî cîhanê dane û bi amadebûna ser sindûqên dengan bûne sedem bingehên nizamê qahîmtir bibin lewma rêberê giranqedr ê inqilabê ev beşdariya bi wateya parastina otorîte û mezinantî û parastîbûna Îranê da zanînê û destnîşan kir: Ne giring e em dengê xwe bidin kî. Giring eva ye ku gişt werin û beşdar bibin û nîşan bidin ku amade ne ku berevaniya Îslamê û Komara Îslamî bikin.
Hezretê ayetullah Xamineyî li beşeke din ji gotinên xwe ser rola mezin a mamosteyan jî sekinî. Amajeya rêberê giranqedr ê inqilabê ser vê rastiyê ku bingeha otorîte û pêşketina Îranê maye ser geşatiya zanistî û hîndekariya dursut û hûr û kûr a ciwanan, li gor rasitiyên niha ên cîhanê ne. Li ser vê esasê, rêberê giranqedr ê inqilabê tim ser xebitandina sermayê bi awayekî cidî li warê jordebirina asta sîstema hîndekariya welêt li hemî qadan tekez kiriye.
Îrorojê riya serdetiya ser gelan, tenê ji riya şêr nîne. Ger civakek li riya hîndekarî û perwerdeya ciwanên xwe bixalife û sistiyê bike tê vê wateyê ku derfet daye dijminan ku bandorê li fikr û ramanên ciwanan bike,vêca dê bandora wê xirabtir ji êrişa eskerî ya dijminan be.
Hêzxurtên mêtînker û talanker di dirêjahiya dîrokê bi vê şêwazê derbeyên giran li welatên Îslamî xistine. Rexneya wî li bara belgeya 2030 a UNESCO yê jî amajeya ser vê naverokê ye. Nizama serdestîxwaz bi şêwazên curbicur hewlê dide ku nifşa pêşerojê ya welatan li warê meselên cîhanî li gor çand, nihêrîn û selîqa wê reftarê bike û kesên şareza û siyasetvan wisan ku ew dixwaze bifkirin û pêngavan rakin. Lewma divê were gotin ku gotinên îro yên rêberê giranqedr ê inqilabê,ravekirina van rasitiyan in ku li naskirin û femkirina dubare ya giringiya beşdariya li meydana hilbiajrtinê û her wiha li warê naskirina berûlayên nepenî û veşartî yên armancên dijminên nizamê, divê tim werin berçavgirtin.