Dilgiraniya dereng a Yekitiya Ereban li bara qeyrana Sûriyê
Sekreterê giştî yê Yekitya Ereban daxwaza kutakirina pevçûnan û parastina yekperçetiya erdê Sûriyê kir.
Ehmed Ebû El-Qeyt, sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban roja şemiyê li Qahirê û nav koma nûçegihanan li bara zêdebûna talûkeyê li Sûriyê piştî êrişa mûşekî ya vê dawiyê ya Emerîkayê hişyarî da û got : Yekitiya Ereban dijberê hewldana qawetên navçeyî û navneteweyî jibo seqamgirkirina helwesta siyasî bi sekinîna ser kuştina xelkê sivîl û gefa hakimiyetê û yekperçetiya erdê Sûriyê ye .
Ebû El-Qeyt ji hemî aliyên têkildarê qeyrana Sûriyê xwest bila destkewtên siyasî yên Sûriyê bêyî berçavgirtina rastiya pirsgirêkên gelê bêguneh ê Sûriyê, mezin nîşan nedin. Emerîkayê êvara pêşnşemiyê li êrişeke nişkêveyî 59 mûşekên Tamahak avêtine navenda hewayî ya El-Şeîratê ya parêzgeha Himsê.
Ev êrişa mûşekî bêyîz fermana konseya ewlehiyê ya NY ji paporên emerîkî li deryaya Medîteranê û bi hinceta êrişa kîmyawî ser Xan Şêxûnê li parêzgeha Idlibê cih hatiye.
Di vê navberê de fukara Dilgiraniya deren a Yekitiya Ereban li bara qeyrana Sûriyê cardinê bala raya giştî kişandiye ser siyasetên vê yekitiyê li hember qeyranên navçeyî bitaybet Sûriyê. Helwêsta Yekitiya Ereban ku jixwe bertekek e li hember wan komployan e ku li dû hilweşandina Sûriyê ne, dilgiraniyên giştî li navçê ji wan welatên erebî li bara komployên li navçê ne , nîşan didin.
Ev fukara li halekê ye ku piraniya welatên erebî bixwe kopmloyên qawetên serdestxwaz ên rojava dişopînin û ev hevrêtiya tim didome.
Yekitiya Ereban li halekê li bara rewşa qeyrana Sûiyê ketiye fikaran ku bixwe li pêkhatina vê rewşê dest hebûye û siyasetên nemaqûl û li dijî sûrî ên vê yekitiyê ku bû sedema rawestandina endametiya Sûriyê ji Yekitiya Eeban, biryarên nebaqil ên vê yekitiyê li hember Sûriyê nîşan dan .
Bêguman siyasetên wiha derbeyeke mezin xistine li mewqiya Yekitiya Ereban ku tenê li dû meselên li qeraxê û li vê riyê li bara hilkolandina meselên sereke yên welatên navçê ji wan welatên erebî ji wan planên parvekirina hin welatên navça Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê xafil maye.
Di rewşeke wiha de pêngavên zêdetir ên yekitiya Ereban jibo piştgiriya ji gelê Sûriyê û venihêrîna siyasetên berê yên yekitiya Ereban li bara qeyranên navçê pêdivî tê xûyanê.
Helwêstên vê dawiyê yên Yekitiya Ereban li bara Sûriyê ku hinekê bi siyasetên nebaqil ên berê yên vê yekitiyê li salên buhurî li hember Sûriyê ferqa wê heye ,dikare pêngaveke erênî bê hesabê. Lê heya dema reftarên Yekitiya Ereban li bara Sûriyê neguhere û ev yekitiya şaştiyên xwe necebirîne û rewşê jibo vegeriyana Sûriyê nav vê yekitiyê xweş neke û pêngavên cidî jibo piştgiriya ji hakimiyeta vî welatî raneke,tenê dayîna hin daxûyaniyan ku jibo xapandina gel in, dê alîkariyê nekin bo çareserkirina qeyrana Sûriyê û her wiha çareserkirina gefên li hember welatên navçê.