Nîsan 08, 2017 18:37 Asia/Tehran
  • Berteka Iraqê li hemberî destwerdanên Tirkîyê

Dewleta Iraqê bi rexnegirtina ji gotinên wezîrê karên derve yê Tirkîyê têkildarî dewama destwerdana leşkerî li wî welatî bi heceta sekinîna li hemberî komên têrorîst got: Em rê nadin tu alîyekî bîyanî opêrasyona leşkerî li axa Iraqê lidar bixe.

Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê duh ragihand: Tirkîye jibo rawestandina gefên komên têrorîst li Iraqê yê destwerdana leşkerî bidomîne.

Seid Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê ragihand: Iraq çavlirê ye Tirkîye sozên xwe têkildarî derxistina serbazên xwe ji baregeha Beşîqê hevgavê azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstan cih bîne.

Meseleya hebûna leşkerên Tirkîyê li baregeha Beşîqê ya Iraqê li seredana sala buhurî ya desteya tirk bo vî welatî hat hilkolandin û her du alîyan lihev kirin ku hêzên Tirkîyê hevgavê destpêbûna azadkirina Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê, ji axa Iraqê derkevin û alîyê iraqî çavlirê ye sozên dewleta Tirkîyê di vî warî da pêk bên.

Nêzî 2 hezar serbazên Tirkîyê bi heceta alîkarîya bo azadkirina Mûsilê, perwerdekirina hêzên Pêşmerge li baregeha Beşîeya Iraqê ne û çawan ku rayedarên iraqî bi caran desnîşan kirine Tirkîyê soza xwe ya vekişandina leşkerên xwe ji bakûra Iraqê cih neaniye.

Eva li halekî ye ku wer xûya nake dewleta Tirkîyê hêzên xwe ji baregeha Beşîqê nêzîkî Mûsilê derîne. Tirkîye bi dû berfirekirina nifûza xwe ji wan li Iraqê ye û pê birêxistina qeyranan hewl dide xwe qaşo bihêz nîşan bide.

Tirkîyê ku dew û dozên têkildarî axê li bakûra Iraqê kirine heceta bicihkirina hêzên xwe li Beşîqê, hewl dide bi rêka damezirandina baregehan li welatên din kiryarên zilhêzên serdestîxwaz xwe ra bike mînak. Tirkîye li halekî vê sîyaseta çewt dişopîne ku sîyaseta berê ya vî welatî ya `` nehîştina gêreyan ligel cînaran`` ango sifir problem ku bibû sedema bihêzbûna nifûz û cîgeha Tirkîyê him li nav cînarên wî û him jî li asta Rojhilata Navînê lê, sîaysetên vê dawîyê yên Tirkîyê li herêmê ji wan li Iraqê, bûne sedema gêreyê li peywendîyên Enqerê û cînarên wê û herwiha lawazbûna cîgeha wê ya navçeyî.

Bi ser hev da tevî hewldanên Iraqê jibo çareserkirina gêreyên ligel Tirkîyê, rayedarên Enqerê helwestên bikîn li hemberî Iraqê didomînin.

Bertekên berfire yên rayedarên iraqî li hemberî şerûtîyên Tirkîyê li navçê ku di van mehên dawîyê da bûne sedema binpêkirina berdewam a serwerîya Iraqê, nîşan didin ku sîyaseta derve ya şerxwazî û gêresazîyê ya Tirkîyê li herêmê nayê qebûlkirinê. Bê guman şerûtîyên rêvebirên Tirkîyê heta bi durişma wan a pêkanîna aramî û istiqrarê li herêmê û têkoşîna li hemberî têrorîsmê ra lihev nayên û sîyaseta derve ya niha ya Enqerê, bûye sedema dijwarbûna gêreyê li devera aloz û pirrkêşe ya Rojhilata Navînê û liv û tevgerên leşkerî yên Tirkîyê li axa Iraqê zîyana herîzêde gîhandine gelê Iraqê.

Di vî warî da rayedarên artêşa Iraqê hebûna hêzên Tirkîyê li axa welatê xwe sedema lihevalîyana opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê zanîne.

Di rewşeke wiha da ku hin derdorên iraqî li bara hebûna hêzên Tirkîyê li baregeha Beşîqê nêzîkî Mûsilê hişyarîyê didin, pêgîriyê dikin ku xeterên hebûna leşkerên Tirkîyê li Beşîqê ku cureke dagirkerîyê ye, ji hebûna koma têrorîst a DAIŞ`ê kêmtir nînin.

Bertekên berfire li hemberî destwerdanên Tirkîyê li Iraqê nîşan didin ku sîyasetên Enqerê li hemberî Iraqê jî tûşî işkestê bûne. Liv û tevgerên leşkerî yên Tirkîyê li herêmê tenê bûne sedema alozbûna peywendîyên vî welatî û welatên herêmê ji wan Iraqê û rû û wêneyeke reş û nerênî ji Tirkîyê wekî welatekî şerût, destwerdankir û piştgirê têrorîstan li navçê raxistine ber çavan.