Nîsan 07, 2017 17:06 Asia/Tehran
  • Êrişa ser Sûriyê û çarenivîsa riswatiyên siyasî yên li nav Amerîkayê

Êrişa mûşekî ya Amerîkayê ser axa Sûriyê carek din eşkera kir ku Amerîka qet qayde û qirarên hiqûqî yên navnetewî berçav nagire.

Donald Trump li halekê fermana êrişa mûşekî ya ser Sûriyê derxist ku Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî ku tenê saziya navnetewî ya qanûnî nîşandana destpêkirina şêr li cîhanê ye , qet tu biryarnameyek bona êrişa ser axa Sûriyê dernexist.

Herwisa Kongereya Amerîka jî ku rewşa şêr radigehîne, fermana êrişa ser axa Sûriyê nedaye dewleta vî welatî.Helbet gor ``Biryarnama îxtiyarên şêr`` ku li nav qanûna Amerîka da heye, îxtiyara şerê li derve ji sînorên Amerîka daye serokkoma ku ew bêyî ragihandina şêr ji aliyê kongerê dikare şerekê destpê bike lê babeta eşkera evaye ku heta eger serokkomarê Amerîka bixwaze biryarekî wiha bigre pêwîste ku kongera Amerîka haje vê niyeta serokkomar be ku Trump kongera Amerîka haje vê niyeta xwe nekiriye, ev îxtiyara serokkomarê Amerîka jî li rewşekê ye ku eger babetek hebe ku ji bo ewlehiya Amerîka û welatiyên vî welatî xeterê çê bike wê çaxê serokkomarê vî welatî dikare fermanekî wiha bide, eva li halekê ye ku êrişa kîmyayî ya roja sêşemiya bihurî ser bajarê Idlibê qet peywendiyek bi Amerîka tunebû û rasterast û nerasterast bona Amerîka yan welatiyên Amerîka xeter nedihate hisab û heta dewleta Sûriyê bi xwe jî ragihandibû ku artêşa vî welatî li êrişa ser pêgehên terorîstan li Idlibê qet ji çekên kîmyayî istifade nekiriye û li ser vê babeta pêwîst bû ku Rêxistiya Netewên Yekgirtî lêkolînê bike û îzna her cure biryarekê bide û bi wateyekî din , li ser vê êrişa kîmyayî , ne Amerîka û ne jî tu welatekî cîhanê îzn tunebû ku bêyî îzna civata cîhanî wekî polîsekî navnetewî, xwetêkeliya nav karûbarên Sûriyê bike û bêyî derketina daxûyaniya Konseya Ewlehiyê êrişî ser axa Sûriyê bike.

Li her halî, êrişa mûşekî ya Trump ser axa Sûriyê bi mihana êrişa kîmyayî ser bajarê Idlibê , tê wateya çûna cîhanê ber bi dewrana yek alî biryar girtin, binpêkirina qayde û qirarên navnetewî û îcrakirina rola polîsê cîhanî ji aliyê dewleta nihaye Amerîkaye.

Donald Trump serokkomarê Amerîka li halekê êrişî ser axa Sûriyê kiriye ku hema hîn jî dewleta Amerîka nekariye bersiva gelek pirsên hilbijartî ku Trump wekî serokkomarê vî welatî hate bijartin bide.

Mişêwirên Trump tawanbarin ku li rikeberiyên hilbijartinî peywendiyên veşartî tev memûrên siyasî-îstixbaratî yên Rûsiyayê hebûne.

Hinek nîşane li vê barê da li ber destên ku eşkera dikin eger bê û lêkolînên zav li vê barê berdewam bin , hêtimala vê yekê heye ku hema peywendiya Trump jî li vê barê hebe û hema li ser vê babetê hêtimal heye ku Trump ji aliyê kongera vî welatî bê îstîzah kirin.

Niha civata Amerîka li ser hilbijartina serokkomariya 2016 û dêhatên vê hilbijartinê û tawanên ku li Rûsiyayê dixînin ku Rûsiyayê li ser vê hilbijartinê dest hebûne bûne du pişk.

Niha bona ku ev aloziya nav Amerîka çareser be, karbidestên Koşka Sipî tu rêçereyek bona destpê kirina şerek nedîtin bona ku xelkê vî welatî ber bi wehdet û hevgirtinek , dirust wekî rûdawên sala 2000 û wê çaxê jî ku alozî û duberekî kete nav civata Amerîka, karbidestên Koşka Sipî pilana êrişa ser borcên cêwî yên navenda tecarî ya Newyorkê organîze kirin, piştî vê êrişê bû ku Bûş serokkomarê wê çaxêye Amerîka fermana êrişa ser Efxanistanê derxist, bi curekê ku neyarên serekeye Bûş jî piştevaniya vê êrişê kirin û her ev êrişa bûye sebeb rikeberiya siyasî-hiqûqî ya hilbijartinî li Felorîdayê jibîr bû.

Niha wisa diyare ku ev piroja dubare dibe, Trump serokkomarê Amerîka li li vî halî qumandê giştî yê hêzên çekdare Amerîkaye, fermana êrişa ser Sûriyê derxistiye û wisa diyare ku li vê barê jî kes li nav Amerîka heta neyarên Trump jî nikarin neyariya vê biryara wî bikin.

Piştevaniya Çak Şomêr rêberê kêmaniyên demokrat li Sinaya Amerîka ji êrişa mûşekî ya Amerîka ser axa Sûriyê jî rastiya vê sinariyê nîşan dide ku Trump fermana vê êrişê da ta ku rewşa nav Amerîka aramtir bike û xwest ku li ser rûdawên siyasî yên nav Amerîka tesîr bike.

Niha eger bê û êrişên wiha yên Amerîka ser axa Sûriyê bêne domandin bibaşî eşkera dibe ku Trump û hevalên xwe dil hebûne pê vê pilanê ew aloziyên çêbûyî li ser hilbijartina serokkomariya Amerîka li sala 2016 kêmren bikin , her çend ku hêvî tê kirin vê carê civata medenî û xebatkarên dijî şêr li nav Amerîka li hemberî vê siyaseta yekalî ya Trump bê deng nemînin.