Adar 23, 2017 20:15 Asia/Tehran

Wezareta karên derve ya Sûriyê li berteka li hember cinayeta hevalbendiya amerîkî ya qaşo dijî DAIŞ`ê, ji Konseya Ewlehiyê (UN) xwest ta ku berpirsyariya xwe ya sekinandina kuştin û kavilkirinê ya hevalbendiya navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê li Sûriyê, cih bîne.

Wezareta karên derve ya Sûriyê li li peyamên xwe yên cida ji hev jibo sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û serokê Konseya Ewlehiyê (UN) destnîşan kir: Hêza hewayî ya hevalbendiya navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê, dibistanekê li bajarê El Mensûreyê li rîfa rojavayî ya bajarê Reqê da ber bombeyan ku di encama wê de zêde ji 32 zarok ligel jinekê û  bi dehan kesên sivîl ên sûrî birîndar bûn û ev dibistan jî kavil bû.

Ev cinayeta ji bilî kiryarên terorîstî yên komên terorîst ên wekî DAIŞ û Cibehtunnusrê û hin kesayetî û komên têkildarê wan jibo pêkanîna bêserûberî û kavilkirinê li Sûriyê ne. Di rasztiyê de liv û tevgerên Amerîkayê û terorîstan bona zêdekirina kuştina xelkê Sûriyê, hevdu dikemilînin.

Amerîka li halekê  di çarçoveya liv û tevgerên xwe yên rasterast êîn leşkerî li axa Sûriyê û yan jî di çarçoveya hevalbendiya dijî DAIŞ`ê ya amerîkî bi awayeyên curbicur yekperçetiya axa Sûriyê binpê dike ku bi vî welatî re tu hevhatinnameyekê bona beşdariya leşkerên xwe li Sûriyê yan li ser çalakiya hevalbendiya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê îmze nekiriye û berpirsên sûrî jî ji dewleta Amerîkayê tişteka wiha nexwestine.

Şerûtiyên Amerîkayê li Sûriyê li çarçoveyên curbicur, bi îdiaya wan a li ser dabînkirina aramî û istiqrarê li navçê û şerrê dijî terorîsmê li hev nakin û siyasetên Waşîngtonê bûne sedema girnbûna kêşeya li navçeya Rpjhilata Navînê.

Ji bilî viya her karê leşkerî yê li axa welatekî, hewcedarê îzna konseya Ewlehiyê ya NY ye. lê li gorî xuliqkariya Barak Obama, serokkomarê berê yê Amerîkayê bona pêkanîna hevalbendiya dijî DAIŞ`ê li axa Sûriyê bêyî îzna Konseya ewlehiyê, dewama xuliqkariyan di qada navneteweyî, gellek xeterên cidî dijî aştî û,ewlehiya cîhanî bi xwe re hebûne.

Eva li halekê ye ku van xwetêkilkirinên Amerîkayê li Sûriyê li dewra Trump rojbirojê zêde dibin. Bêguman her kiryareka xweser û derveyî çarçoveya qanûnên navneteweyî û bêyî rêzgirtina hakimiyeta welatan, binpêkirina yekperçetiya axa wî welatî tê hesêb û heceta DAIŞ`ê nikare bibe rêyek jibo pînekirina binpêkirina hakimiyet û yekperçetiya axa Sûriyê û kuştina xelkê vî welatî û cinayetên cengê yên ber bi zêdebûnê yên Amerîkayê li Sûriyê. Xala balkêş ewa ye ku rayedarên amerîkî bi pilanên xapînerên xelkê yên wek pêkanîna navçeyên ewleh li Sûriye û Iraqê, hewl didin bona piştgiriya ji terorîstan zêdetir xwe têkilî karûbarên Iraq û Sûriyê bikin ta ku pêşiya têkçûna wan a tam bigirin.

Hêjayî gotinê ye ku bi dû şikestên terorîstan li Sûriyê li van mehên vê dawiyê de bi taybet şikesta wan li Helebê ku bû sedema paqijbûna vê navçeyê ji teroeîstan, pêvajoya têkçûna tam a terorîstn li Sûriyê bilez bûye û ev mijar bi giranî piştgirên wan ên wekî rayedarên amerîkî nîgeran kiriye û wan neçar kirye ku hewl bidin kirêgirtiyên xwe rizgar bikin. Di her halî de kiryarên rayedarên amerîkî bona êrişa ser navçeyên ku awareyên sûrî di wan de bicih bibûn û dibistan û navendên perwerdehiyê yên Sûriyê nîşan didin ku tu ciheka ewleh ku dûrî cinayet û êrişên Amerîkayê be, nemaye û Amerîka ser navê planên xapandina xelkê hewl dide rê jibo girankirina cinayetên xwe xweş bike û derfetê bide terorîstan ku xwe teyar bikin ta ku bikaribin cinayetên xwe li Sûriyê zêde bikin.

Giranbûna êrişên hevalbendiya amerîkî ya qaşo dijî DAIŞ`l ser Sûriyê bereberê birêveçûna dewra nû ya gotûbêjên Jênêvayê li ser çareseriya siyasî ya qeyrana vî welatî, siyasetên şerxwazane yên Amerîkayê li navçê nîşan didin.

Karên vê kombûna amerîkî ya leşkerî bona alozkirina rewşa siyasî ya ku jibo şopandina gotûbêjên aştiyê yên li ser qeyrana Sûriyê pêk hatine, tu cihê gumanê nehêlane ku astengîderxistinên Amerîkayê li ser riya hewldanên navneteweyî jibo çareseriya qeyrana Sûriyê, derbasî qonaxa aloztir û di eynî demê de xeternaktir bûye.