Adar 22, 2017 14:30 Asia/Tehran
  • Şiroveyek li ser gotinên rêberê giranqedir ê inqilabê li koma pirrcoş a zîyaretkirên tirbma Îmam Riza(S)

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilabê duh piştî nîvro û di yekemîn roja sala nû da li koma bi hezaran kes ji zîyaretkirên tirba Îmam Riza(S) li bajarê pîroz ê Meşhedê, li axavtineke girîng meseleyên herî girîng ên Îranê rave kirin.

Berçavgirtina aborîya ser bingeha berxwedanê û hilkolandina ser bingeha analîzkirina xalên bihêz û lawazîyê yên bingeh û pîvanên aborîya welêt û herwiha pêwîstî û girîngîya pişkdarî herîzêde û pirrcoş li hilbijartinên pêşber, du mijarên gotinên duh ên rêberê qedirgiran ê inqilabê li tirba Îmam Riza(S) bûn. Rêberê giranqedir ê inqilabê pişka zêde ya gotinên jibo ravekirin û analîzkirina mesele û ewlewîyetên aborîyê terxan kir û du babetên girîng û kilîdî yên naskirina kêmasîyên berhemanînê û kêrhatîbikaranîna çavkanîyan ji hêlên curbicur va nirxandin.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê di vî warî da tevî ravekirina pîvanên bingehîn ên geşedan, pêşketin û berhemanînê li aborîyeke geş bala xwe da ser astengîyên ser rêka berhemanînê jî.

Rêberê giranqedir ê inqilabê li gotinên xwe yên duh analîzeke zelal li bara pêwîstîyên bidestxistina aborîya geş û berxwedêr raber kir, ku bêguman berçavgirtina pîvan û esasên hanê li hereketa aborîya Îranê ber bi aborîya qahîm û berxwedêr û geş esas û bingeh tê hesêb.

Wisan ku rêberê giranqedir ê inqilabê got, Îranê ji hêla gellek çavkanîyên berhemanînê û çavkanîyên binerdî gellek pêwîstî û pîvanên berhemanînê hene û eva bi wateya dewlemendbûna welatekî ye. Îran welatek e ku ji hêla pîvanên berhemanînê ango sermîyan, xebatkar û çavkanîyên berhemanînê ji wan çavkanîyên destpêkê yên wek enerjîyê (nift û gaz) û madeyên xav ên seretayî û kanza gellekî dewlemend û bihêz e. Di warê nift û gaza zimhêr da jî Îran di pileya yekem a cîhanê da ye. Di warê xetabkar û hêza insanî ya pispor da jî amarên zef hêvîçêker û piştrast jibo aborîya geş û berhemîner hene. Li gorî amara ku rêberê qedirgiran ê inqilabê li axavtina xwe ya duh amajeyî wê kir, nifûsa Îranê ji hêla hêza ciwan a xebatkar û berhemîner ango kesên di navbera 15 heta 40 salî da, zêde ji 33 milyon kesî ye û eva dewlemendî û çavkanîyeke mezin jibo berhemanînê ye. Ev amarana nîşan didin ku nifûsa ku li zanîngehan xwendîye li Îranê zêde ji 10 milyon kesî ye û zêde ji 5 milyon kesî li zanîngehan mijûlê xwendin û fêrbûnê ne. Lê tişta girîng çawanîya bikaranîna van çavkanîyana û sûdwergirtina ji wan jibo berhemanîn û geşkirina aborîyê û pêkanîna derfetên karkirinê ye.

Eva ew mijara kilîdî ye ku li gotinên duh ên rêberê giranqedir ê inqilabê hat hilkolandinê û rêbaz û istiratêjîya di vî warî da hat raberkirinê.

Renge hin kes ser vê bawerê bin ku Îranê ji hêla têknolojîyê va pêşketineke guncav li warê têknolojîyên nû tinebûye lê Îranê hema di vî warî da jî di van salên dawîyê da Îranê nîşan daye ku feraset û hêza xwecihîkirina zanistên nû û lihevalîyayî hene ku pêşketinên Îranê di warê zanista navokî û zengînkirina oranîyomê da û jordabirina asta zengînkirina oranîyomê ji 3.5`î heta asta sedî 20`ê jibo berhemanîna ardûya pêwîst jibo rekatora lêkolînan a Têhranê ku dermanên nexweşîyên ku zehmet tên çareserkirinê saz dike, ji wan pêşketinan in. Eva serketineke mezin û pîvaneke anegorî şîyana Îranê di warê xwecihîkirina zanistên nûjen da ye.

Helbet divê mirov qebûl bike ku dewama vê rêkê dijwarîyên xwe hene lê bi plankarîyê, mirov dikare bigihêje armancan.

Herçend ku di çend salên vê dawîyê da karên mezin hatine kirinê lê hela em negihîştine asta bidil ango îdêal. Girîngîya vê mijarê yê wê demê berbiçavtir bibe ku em bala xwe bidin ser armancên dijminên Îranê ku bala û sermîyana xwe dane du babetan. Yek ji wan mijara aborîyê û zêdekirina zextên aborîyê bi saya boykotan e ku tevî cihanîna rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê yek ji bijareyên dijminan li ser masê ye. Babeta duyem di vî warî da, dilsarkirina gel ji inqilabê nemaze dûrxistina wan ji pişkdarîya pirrcoş li hilbijartinên civatên gund û bajaran û yên serokomarîya Îranê careka din di destûrkara wan da cih girtîye.

Lê gelê Îranê di van hemî salan û sala buhurî da careka din nîşan da ku li 2 mijarên girîng ango pişkdarîya li meşa berfire ya roja 22`yê behmenê û herwiha girêdayîbûna li nirxên dînî wekî mînak meşa berfire ya bo pişkdarîya li çilê Îmam Hisên(S), lidarxistina merasimên Muheremê bi awayekî bawermrndane û hemasî tê meydanê û sozdarê parastina armancên inqilabê ye û li gorî gotina rêberê giranqedir ê inqilabê li van du waran bi awayekî baş û geş xwe nîşan da.