Îlon 22, 2020 17:18 Asia/Tehran
  •  Heta îro 22ê Îlonê; Zêde ji 363 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 429 hezar û 193 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 363 hezar û 737 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 3712 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 429 hezar û 193 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 178 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 24 hezar û 656 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 31 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 970 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 23 miliyon kes jî baş bûne.

 

 

 

Serepeyv