Îlon 18, 2020 15:32 Asia/Tehran
  • Heta îro 18ê Îlonê; Zêde ji 355 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 416 hezar û 198 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 355 hezar û 505 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 3049 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 416 hezar û 198 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 144 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 23 hezar û 952 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 30 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 951 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 22 miliyon kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv