Îlon 12, 2020 19:36 Asia/Tehran
  • Operasiyona Sipahê Pasdaran li dijî komên dijî Înqilabê li Kurdistana Iraqê

Bargeha Hemze Seyd El-Şuheda ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê di van çend rojên dawiyê de pêgeh û bargehgên komên dijî Înqilabê li Herêma Kurdistana Iraqê bi topxane û mûşek û balafirên bê pîlot kirin hedef û îmha kirin.

Alîkarê beşa Operasiyonê ya bargeha Hemze Seyd El-Şuheda ya Hêza Bejahî ya  Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Îsmayîl Xelîlzade  li gotûbêja bi IRIB Newsê re got: Hêz û qaweta hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li hemberî komên terorîstî yên dijî Înqilaba Îslamî bûye sedem ku ew nikaribin bi awayê leşkerî li dijî Komara Îslamî karekî bikin.

General Xelîlzadedesnîşan kir ku îstikbara cîhanî bi rêxistinkirina û şandina hêzên girêdayiyê xwe nav axa welêt, pîlanên krêt û qirêj yên wekî terorkirina mirovên înqilabî û berpirsên îranî amade kirine, vêca operasiyona me ya vê dawiyê li dijî komên dijî Înqilabê jî di çarçova bersivdayîna bo şerûdiyên van koman de bû ku vê dawiyê li parêzgeha Kurdistanê terorek cih anîbûn.

 Alîkarê beşa Operasiyonê ya bargeha Hemze Seyd El-Şuheda ya Hêza Bejahî ya  Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Di encama operasiyona me de meqera komên dijî Înqilabê bitûm îmha bû û jimarek ji endamên van komên terorîst ku dil hebûn neyariyê bêxin navbera du welatan li ser sînorê hevpar a van du welatan hatin kuştin.

General Xelîlzade got: Di operasiyona vê dawiyê de gelek hêzên dijî Înqilabê hatin kuştin û gelek ji sîla û şeramûrên wan û madên teqemenî jî hatin dîtin.

Serepeyv