Kanûn 08, 2019 09:52 Asia/Tehran
  • Zerîf: Destkevtên zanyayên îranî bûye kelema çavê dijminan

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li merasima pêşewaziya ji hatina Dr. Mesûd Silêmanî zanyarê îranî yê azadbûyî ji zîndana Amerîkayê li balafirgeha Mehrabada Tehranê got: Amerîka li 40 salên borî xebitiye rê li ber pêşketina Îranê bigire, lê ticaran serneketiye.

Zerîf desnîşan kir ku Dr. Silêmanî 14 mehan bê heger ji aliyê amerîkiyan rehîn hatibû girtin û got: Destkevtên zanyayên îranî bûye kelema çavê dijminan.

Zerîf got: Amerîkiyan bi caran ji Dr. Silêmanî xwestibûn dewsa vegerîna Îranê û mayîna li zîndanê li Amerîkayê bimîne, lê vî mamostayê welatparêz ev pêşniyara amerîkiyan qebûl nekir.

Dr. Mesûd Silêmanî jî ji nûçegihanan re derheq zîndanîbûna xwe li Amerîkayê got: Hedefa amerîkiyan dijminatiya li hemberî gelê Îranê ye.

Dr. Silêmanî got: rayedarên zîndanê yên Amerîkayê ji bo ku zîndaniyên din nêzîkî wî nebin ji wan re gotibûn ku ez terorîst im, lê zîndaniyan ev îdiaya amerîkiyan qebûl nekirin.

Dr. Silêmanî piştî 14 mehan zîndanîbûnê li Amerîkayê bisaya hewldanên dîplomatîk ên Îranê û hevkariya dewleta Swîsrayê azad bû û li sefra Zerîf a vî welatî li Zorîxê dan rayedarên îranî.