Tebax 23, 2019 17:43 Asia/Tehran
  • Zerîf:

Wezîrê karên derve yê yê Komara Îslamî ya Îranê berêvara îniyê hevdîtina xwe bi serokkomarê Firansayê re kêrhatî da zanîn û got: "Ev gotûbêj di dewama peywendiyên telefonî yên serokkomarên her du welatan li çend heftiyên buhurî cih hat."

 Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê piştî hevdîtina bi Êmanoel Mekron serokkomarê Firansayê li nav koma nûçegîhanan li Parîsê destnîşan kir her du alî li vê hevdîtinê hin pêşniyar  dan li bara çawaniya  cihanîna rêketina navokî û pêgavên ku pêwîst in her du alî hilînin.

 Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku Yekitiya Ewrûpayê divê ser berpirsiyariyên xwe li gorî rêketina navokî, her wiha berpirsiyariyên ku piştî derketina yekalî ya Emerîkayê ji vê hevhatina navneteweyî daye, pêbend be.

 Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê berêvara pêncşemiyê bona hevdîtina bi rayedarên  firansî re ji Osloya paytexta Norwêjê berê xwe da Parîsa paytexta Firansayê.

 Îranêtevî pêgiirya ser dewama kêmkirina  berpirsiyariyên xwe li rêketina navokî, destnîşan kiriye ku ev kiryar ger şirîkên rêketina navokî, pêgavên pêdivî bo cihanîna  berpirsiyariyên xwe hilînin, demlidest dê bên zivrandin.

Yek ji kiryarên ku ewrûpiyan li muzakirên bi Îranê re piştî derketina neqanûnî ya Emerîkayê ji rêketina navokî soza wê dane û hîn cih nehatiye, INSTEX e.