Kanûn 11, 2018 19:59 Asia/Tehran
  • Karê kolandinê ya Tûnêla Baxanê bi dirêjahiya 1884 metreyan bi dawî hat

Karê kolandinê ya Tûnêla Baxanê (Sine-Merîwanê) bi dirêjahiya 1884 metreyan û bi hesibandina pêvekên wê yên bi dirêjahiya 1943 metreyan, wekî tûnêla herî mezin a li rojavaya welêt e bi dawî hat.

Tûnela 2 kîlometrî ya cadeya Merîwan-Sinê piştî çendîn salan hate vekirin. Bi cîbicîkirina wê projeyê astengiya herî mezin a ser riya Merîwan-Sinê hate çareserkirin. Rêya Merîwan-Sinê ku rêya herî bixeter a parêzgeha Kurdistana Îranê ye, bi qasî %71 temam bûye, lê ji bo temambûna wê ya yekcarî pêwîsî bi 416 milyar tûmen bûce heye. 

Cadeya niha ya Merîwan-Sinê 2 sayd e û bi sedema xala sînorî ya Başmaxê hatûçûna navbera Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê gelek qerebalix e.  

Ji ber qerebalixiyê, rêya Merîwan-Sineyê bi salan e qurbaniyan distîne. Lê tonela ku li ser vê rêyê hate vekirin, beşa herî zêde ya zehmetiya rê çareser kiriye. Lê tevî ku ev tunel hatiye vekirin, lê xelkê deverê her li benda temambûna riya nû ne, daku ji belaya riya kevn xilas bibin.