Cotmeh 21, 2018 19:20 Asia/Tehran
  •  Cehangîrî: Boykotên Emerîkayê bac û bêşstandin e

Alîkarê yekim ê serokê komara Îslamî ya Îranê got: Moral û xîreta îranî rê nade me ku em bi dewleta niha ya Emerîkayê re ku hevhatinên navneteweyî têk dibe û eşkere radigihîne ku li dijî gelê Îranê şerê aborî bi rê têxe, muzakirê bikin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Îshaq Cehangîrî,alîkarê yekim ê serokê komara Îslamî ya Îranê îro yekşemiyê li 22`mîn salroja neteweyî ya derfirotinê li Têhranê got: Emerîkî divê berî her tiştî dev ji gotinên zordarane berdin, gelê Îranê mirovên maqûl û mentîqî ne ku dikarin gotûbêjê bikin.

 Alîkarê yekim ê serokê komara Îslamî ya Îranê bal kişand  ser vê yekê ku  armanca sereke ya  emerîkiyan li 4 Mijdarê boykota bankên Îranê û derhatên  niftê ye û got: Li mehên  buhurî her çiqasî karîne zext û zor anîne ser welatên din ku bi Îranê re hevkariyê nekin. Cehangîrî her wiha got:  Hin welatan hevkariya xwe qut kirine û hin welatan jî ev kara nekirine helbet Îranê şirîkên nû yên ticarî ji xwe re peyda kirine.

 Cehangîrî destnîşan kir:Emerîka li warê boykotên Îranê tenê ye û tenê Rejîma  Siyonîstî û Erebistan  bi Waşengtonê re  bona zexta ser Îranê hev fikir in. 

Alîkarê yekim ê serokê komara Îslamî ya Îranê her wiha got ku boykotên Emerîkayê bac û bêşcwazî ye û divê beşa nedewletî bi hemî qaweta xwe bikeve qadê û dewrê daku bi serbilindî  ji boykotan derbas bibe.

 Li rojhejmêra Îranê 21 Cotmehê weke roja derfirotinê hatiye binavkirin.