Civîna rojnamevaniyê ya berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Li sefera tê ya wezîrê karên derve yê Fransayê bo Têhranê, dê gelek mijarên siyasî ji wan meselên navneteweyî, navçeyî û dualî werin gotûbêjkirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê li beşa dervey sînorî, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro duşemiyê li civîna rojnamevaniyê tev nûçegîhanên navxweyî û biyanî li bersiva pirsa nûçegîhanê IRIB Newsê li beşa dervey sînorî li bara îdiayên wezîrê karênderve yê Fransayê derheq gotûbêja tev rayedarên Têhranê ser abndor û nifûza navçeyî ya Îranê, piştgiriya ji hizbullahê û tevgera Ensarullaha Yemenê got: Sefera wezîrê karên derve yê Fransayê bo Îranê di ewlewiyetê de ye lê mêhwera muzakiran hîn esehe nehatiye kivşkirin.
Qasimî her wiha gotinên wezîrê karên derve yê Fransayê derheq vê yekê ku pêştir bi Îranê re li bara behsên mûşekî gotûbêj hatiyekirin red kirin û got: Komara Îslamî ya Îranê dê muzakirên mûşekî û berevaniyê bi tu welatekî re tinebûye û dê tinebe jî.
berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser alûgorên li bajarê Efrînê li Sûriyê jî got: Komara Îslamî ya Îranê, alûgorên Efrînê ji nêzîk bi baldarî dişopîne û hêvî dikeev operasyon destxwe dawî bibe û pêşiya kûrbûn û berfiurehbûna qeyranê li anvçên sînorî navbera Tirkiyê û Sûriyê were girtinê.
Qasimî destnîşan kir: Dewama qeyrana li Efrînê renge bibe sedema xurtbûna dubare ya komên tekfîrî- terorîstî li navçên bakurê Sûriyê û agirê şêr û xopanê li vî welatî gurtir bike.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Kok û bingeha qeyrana kavilkir a Sûriyê ji reftara neberpirsiyarane û kiryarên hander û mudaxileyên neqanûnî yên hêzxurtên dervey navçê ji wan dewleta Emerîkayê û hin welatên zêdegav û şerxwaz ên navçê yên mîna Rejîma Siyonîstî çavkaniyê digre.
Qasimî li bara meqalaMuhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li Financial Times û vexwendina welatên navçê bo gotûbêjên navçeyî jî got: Hemî navçeyê tenê welatekî taybet nîne , ewlehî û aramiya navçê bi hewldana komî ya hemî welatan hasil dibe.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara nûçên hin medyan li bara şêwirîna Emerîkayê tev Ewrûpayê jibo chanîna boykotên zêdetir li dijî Îranê got: Ev behs medyayaî ye û peywendiyên Têhranê tev welatên ewrûpî ber bi pêş û abş in.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê sefera Nêçîrvan Barzanî bo Têhranê erênî nirxand û got: Sefera wî bo Têharnê û hevdîtina bi rayedarên pilebilind ên Komara Îslamî ya Îranê, nîşana cure û asta peywendiyên dualî ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara îdia û buxtanên berdewam ên Adil El-Cûbeyr wezîrê karên derve yê Erebistanêli dijî Îarnê ji wan li bara Yemenê got: Ger îzna gotinên bi vî rengî ji Adil Cubeyr bistînin êdî howiyetek ji wî namîne.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Tevî dubarekirina gotinên sivik û pûç ên Alê siûd li dijî Îranê, Erebistan bixwe tam di nava pirsgirêk û qeyranên navxweyî de asteng bûye.