Kanûn 07, 2016 07:47 Asia/Tehran
  • Îranê îdiayên Erebistana Siûdiyê red kirin

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li bara îdiayên belavbûyî li bara mihakimeya komeke sîxoriyê ya ser bi Îranê ji aliyê dadgeha siûdî va, destnîşan kir: Hilêxistina tawanên viha bêbingeh û bê esasa bi armancên siyasî pêk tê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Behram Qasimî êvara sêşemiyê got: Komara Îslamî ya Îranê tu cûre çalakiyên li dijî qanûnên navneteweyî û xalên dîplomatîk li Erebistanê tunîne û tine û ev tawan di esas da derew û redkirî ne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Di rewşa ku cîhana îslamê û navçe hewcedara yekîtî û dûrketina ji hilêxistina mijarên kêşeza ne, sextekarî û weşandina tawanên bêbingeh û dûrî rastiyê li ser xêra ti yek ji welatên navçeyê nîne.

Behram Qasimî her viha got: Erebistan gere xwe ji hilêxistina tawanên bêbingeh û pûç li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi armanca behrewergirtina siyasî û zêdekirina kêşeyan li navçeyê dûr bigire.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara pênase û tawanên hilêxistî jibo kesê îranî yê ku navê wî li nûçeyan hatiye birin, got: Dewleta Erebistanê heta niha ti cûre agahî li bara vî kesê îdiayî raberî Komara Îslamî ya Îranê nekiriye.

Qasimî destnîşan kir: Siyaseta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê li bara welatên dorhêla Kendava Farsê berçavgirtina cînartiya baş, rêzgirtina duyalî û xwedûrgirtina ji destwerdana li karên navxweyî yên welatên din e.

Dadgeha cezayî ya Riyazê roja sêşemiyê piştî deh mehan ji destpêkirina mihakimeya 15 kesan bi tawana tiştê ku sîxoriya ji bo Îranê hatiye zanîn, hikma seretayî ya îdamê ji bo van kesan derxist.

Pirraniya van kesan ji şîeyên naskirî yên erebistanî ne ku ji ber dijberiya digel siyasetên welatê xwe an rexneya ji desthilatdariyê tawana sîxoriya ji bo Îranê li dijî wan hatiye hilêxistin.

Komek ji kesyetiyên naskirî yên şîe li Erebistanê piştî girtina van kesan di sala 2013`an da, bi daxûyaniyekê tawanên wezareta karên hundir a Erebistanê li dijî van kesan red kiribûn û ew îdia bêbingeh û pûç dabûn zanîn.

Li gorî gotinên rayedarên siûdî, li vê dosyeyê 32 tawanbar hene ku 30 kes ji wan erebistanî, kesek îranî û kesek jî welatiyê Efxanistanê ye.