May 30, 2020 15:15 Asia/Tehran
  • Kefaşiyan: FIFA'yê gellek şaşitî di Rêziknameya Federasiyona Fûtbala Îranê da girtine

Serokê berê yê Federasiyona Fûtbala Îranê got: FIFA'yê gellekl şaşitî di Rêziknameya Federasiyona Îranê da derxistine, lê eger ewna bixwazin em amade ne ku alîkariyê bikin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Elî Kefaşiyan di gotûbêja bi Mehr Newsê ra derbarê şaşitiyên ku FIFA'yê li rêziknameya Federasiyona Fûtbala Îranê derxistine, got: 80 şaşitiyên ku tê gotin di pêşnivîsê da heye, gellek zêde ye. 

Kefaşiyan derbarê şaşitderxistina FIFAyê di beşên ku serxwebûna Federasiyonê binpê dike, got: Ez nizanim mebesta FIFA'yê çî ye. Ez difikirim ku serxwebûna Federasiyona Fûtbalê di rêziknameyê da tê dîtin.Kesek nikare di federasiyonê da mudaxile bike an serokê wê ji kar bavêje.