Kanûn 14, 2018 18:27 Asia/Tehran
  • Îran bû qaremanê guleşta azad a Kapa Klûpên Cîhanê

Nûnerê Îranê, bû qaremanê dewra pêncan a Pêşbirkên Guleşta Azad a Kapa Klûpên Cîhanê.

Li gorî rapora ISNA`yê, li hevdîtina faynalê ya dewra pêncan a Pêşbirkên Guleşta Azad a Kapa Klûpên Cîhanê li parêzgeha Mazenderanê li bakûra Îranê, Hesen Rehîmî, ji Îranê karî ji rikeberê xwe yê Tirk bi encama 10- 0 bibe. Li kêşa 65 kîlogiremê jî Mêysem Nesîrî, ji Îranê bi encama 13- 2 ji rikeberê xwe yê Tirk bir. Li 70 kîlogiremê Magomed Qurban Elive ê ûris jî 12- 2 ji Mistefa Zopaliyê Tirk bir. Li kêşa 79 kîlogiremê jî Ehmed Gajî Magomedev, guleştgirê din ê ûris, 10- 0 ji Nazim Kara bir.

Herwiha li kêşa 86 kîlogiremê Elîriza Kerîmî ji Îranê, ji Ehmed Bîlîcî bi encama 5- 0 bir.

Li pêşbirkên îro îniyê jî guleştgirên tîma Sêtariganê Sarî, nûnerê din ê Îranê li van pêşbirkan, li hevdîtina rêzbendiyê, li hember Gurcistanê bi encama 9- 1 bi ser ket û pileya sêyem bi dest xist. Ev pêşbirke bi beşdariya du tîman ji Îranê û 6 tîmên biyanî bo mideha 2 rojan li Îranê hatin lidarxistin.