Karateya Îranê piştî 48 salan derket pila dudiyan a cîhanê
Mijdar 12, 2018 17:41 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya karateya Îranê li dawiya 24 mîn dewra pêşbirkên qehremaniya cîhanê karî ku bo yekim car li dîroka van pêşbirkan li nava 140 welatan derkeve pila dudiyan.
Li gorî rapora Mêhr News`ê vê dewra pêşbirkan ku bi beşdariya karatekayên 140 welatên cîhanê li Spanyayê hat lidarxistin û bi qehremaniya japoniyan û qehremaniya pila dudiyan a tîma neteweyî ya welatê me bi dawî hat.
Tîma neteweyî ya Îranê bi du zêran, zîvekê û 4 tûncan derket pila dudiyan. Japonya bi 4 zêran,4 zîvan û du tûncan derket pila dudiyan û Fransa jî bi du zêran derket pila sisyan. Spanya mazûvanê van pêşbirkan bi zêrekê, sê zîvan û 2 tûncan li pila çaran de cih girt û zêrek, zîvek û 5 tûnc wergirtin û derket pila pêncan.