Tîrmeh 16, 2018 16:19 Asia/Tehran
  • Voşoya qehremaniya ciwanên cîhanê 2018`an

Voşokarên tîma neteweyî ya Îranê di şeva dawiyê ya pêşbirkên qehremaniya cîhanê ya sala 2018`an a Biarzîlê de 9 medalên zêr bi dest xistin û bûn qehremanê cîhanê.

 Li gorî rapora ISNA`yê, heftemîn dewra pêşbirkên voşoya qehremaniya ciwanan a cîhanê ku ji roja pêlncşemiyê bi beşdariya 400 voşokaran ji 45 welatan bi mazûvaniya  Birazîlê û li bajarê Birazîlyayê hatibû lidarxistin, vê sibê bi dawî hat. Tîma neteweyî ya voşoya ciwanên Îranê jî beşdarê van pêşbirkan bû ku bi bidestxistina 11 medalên zêr, 8 zîv û 7 tûncan ibo cara yekê sercem li du beşên  Sanda û Taloyê bû qehreman.

 Li roja dawiyê ya  van pêşbirkan, 9 sandakarên Îranê ku gihêştibû qonaxa dawiyê ya wezên curbicurebeşa keçan û kuran, hemî medalên zêr bi dest xistin. Tîma ciwanên Îranê li şeva xwe ya dîrokî xêncî viya ku li beşa Sandayê bûn qehreman ji bo cara yekê sercem li du beşên Talo û Sandayê jî bi bidestxstina  26 medalên rengreng bû qehremanê cîhanê.

  Bi vî awayî  eva cara yekê ye ku tîmek xêncî Çînê li sercem  li du beşên Sanda û Taloyê dibe qehremanê pêşbirkên cîhanî.

 Her wiha tîma Hongkongê bi bidestxistina 10 medalên zêr, 4 zîv û 8 tûncan derket pila  dudiyan û Emerîka bi heşt medalên  zêr, 4 zîv û 3 tûncan  derket pila sisyan.Tîmên Malizya û Çînê jî derketin pilên  çaran û pêncan.