Karkirên werzişkar ên îranî, 8 medalên zêr ên cîhanî bi dest xistin
May 25, 2018 18:56 Asia/Tehran
Karkirên werzişkar ên Îranê roja îniyê li duwem pêşbirka cîhanî ya wezişî ya karkirtan li Fransayê hevrikên xwe işkest dan û medala zêrê bi dest xistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, karkirên werzişkar ên îranî li rişteyên bez, avêtina weznê, bazdan û tenîsa ser maseyê 8 medalên zêr bi dest xistin.
Duwem dewra pêşbirkên cîhanî yên werzişî yên karkiran ji 23 Gulanê bi beşdariya 65 hezar werzişkaran ji 45 welatan û li 27 rişteyên werzişê bi mazûvaniya bajarê Lebolê li rojava Fransayê destpê bûye.
Ev pêşbirk li sala 2014`an bi armanca berfirehkirina peywendiyên çandî, însanî û rawestana li ber pirsgirkên fîzîkî û temaran a karkiran li Fransayê ahtiye lidarxistin û biryar e her çar salê carekî were lidarxistin.