Cotmeh 18, 2020 17:14 Asia/Tehran
  • Li Amedê operasyon: 354 malper hatin astengkirin

Li parêzgeha Amedê ya kurdên Tirkiyê di operasyoneke çavdêriya civakî de bi hincetên cuda cuda 354 malper hatin astengkirin.

Li Amedê di operasyoneke Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tawanên Sîber ser bi Fermandariya Cendirme de bi hincetên cuda 354 malper hatin astengkirin.

Hinek ji wan malperan bi hinceta ku propagandeya PKKê kirine û yên din ji ber neyasayî û yên qumarê ne hatin astengkirin û girtin.

Malperên ku tê îddîakirin propagandeya PKKê kirine û hinek ji wan ên qumarê ne piştî tîmên cendirme ew destnîşan kirin, ji aliyê Saziya Komunikasyon û Teknolojiyên Zanyarî ve hatin astengkirin.

Serepeyv