Cotmeh 17, 2020 23:55 Asia/Tehran
  • Kişanak girtin, ji bo Yildirim girtîgeha malê

Ji siyasetmedarên ku di çarçoveya ‘lêpirsîna Kobanê’ îfade dan Gulten Kişanak dîsa hate girtin, ji bo Gulser Yildirim a girtî jî bi şertê kontrola edlî ya ‘hebsa malê’ hate berdan.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Parlementera HDP'ê ya berê Gulser Yildirim, di çarçoveya "lêpirsîna Kobaniyê" de li Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê bi rêya SEGBÎS'ê îfade dan.

Kişanak û Yildirimê ku bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 5'an a Enqereyê hatin kirin parêzî kirin. Piştî parastina Kişanak û Yildirimê û parêzerên wan, dadgeriyê derbarê Kişanakê biryara girtinê da. Her wiha dadgeriyê derbarê Yildirimê jî cezayê "hepsa malê" û berdana bi şertê kontrolkirina edlî da.

Heya niha kesên di çarçoveya vê lêpirsînê de hatine girtin ev in: Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahttîn Demîrtaş, endamê MYK'ê yê HDP'ê Alp Altinors, Endamê Komîsyona Karên Derve ya HDP'ê Nazmî Gur, parlementera berê Ayla Akat Ata, Endamên MYK'ê yên HDP'ê yên berên Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Cam Memîş, Gunay Kûbîlay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Odûncû, Îsmaîl Şengun û cîhan Erdal, Hesabgirê Giştî yê HDP'ê yê berê Zekî Çelîk, Endamê RTUK'ê yê HDP'ê Alî Urkut, parlementera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun, Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel û parlementera berê Aysel Tûglûk.

Serepeyv