Cotmeh 17, 2020 23:01 Asia/Tehran
  • Li Tunisê pêngava boykotkirina malê Tirkiyê

Li Tunisê jî çalakvan û hunermendan kampanya boykotkirina malê Tirkiyê ragihandin. Xwestin ku bi riya pêşîlêgirtina malê Tirkiyê aboriya Tunisê rizgar bikin.

Li dewletên Ereban, gel û rojnemevanan kampanya ku bi dirûşmeya “Bêhna xwînê ji kelûpelên Tirkiyê tê” hatiye ragihandin, berfireh dibe, piştî Erebistana Siûdî û Misrê niha li Tunisê jî pêngava boykotkirina malê Tirkî hate ragihandin.

Çalakvan û hunermendên Tunisî bi riya torên civakî û kanalên cuda banga qedexekirin û boykota malê Tirkiyê dikin. Li gorî wan malê Tirkiyê ziyanek mezin dide pîşesaziya navxweyî û aboriya nîştimanî.

Organîzetorên pêngavê diyar dikin ku divê bi riya avêtin û boykotkirina malê Tirkiyê, ji aliyê Tirkiyê ve kontrolkirina bazara Tunisê bi dawî were.

Serepeyv