Cotmeh 05, 2020 10:32 Asia/Tehran
  • Ebû El-Xeyit: Dawiya Tirkiyê wê nebaş be

Sekretêrê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El-Xeyit got, dawiya Tirkiyê û rayedarên wê nebaş be, nemaze ku bi aliyên herêmî û yên mezin ketiya nava gelek nakokiyên dijwar.

Sekretêrê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El-Xeyit da zanîn ku Tirkiyê bi aliyên herêmî û yên mezin ketiya nava gelek nakokiyên dijwar û got: "Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, li dijî Misir, Sûriya, Îraq û Lîbyayê destwerdana leşkerî dike."

Ebû El-Xeyit destnîşan kir ku destwerdana Tirkiyê ya li aloziya Qafqasyayê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, nakokiyên wê yên bi Yewnanistan û Qibirsê û êrişên wê yên li herêmên gazê yên rojhilatê Deryaya Spî hişt ku bibe "Dewleteke mezin û bi bandor."

Serepeyv