Îlon 18, 2020 10:30 Asia/Tehran
  • Leyla Guven hat berdan

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven piştî ku îfade da dozgeriyê hat berdan. Dayika Aştiyê Fatma Tûran jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Li gorî rapora Mezopotamyayê (MA), Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji ber axaftina xwe ya di kampanya “Em Xwe Diparêzin” a Tevgera Jinên Azad  (TJA) ku duh li bajar starta wê hat dayîn de kiribû, bi angaşta “teşfîqkirina nefrete” hat binçavkirin. Guven piştî  îfade dayîna dozgeriyê hat berdan.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê Fatma Tûran ku di heman bernameyê de banga aştiyê kiribû jî bi hinceta ku heqaretê li Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan kiriye, hat binçavkirin. Tûran jî sewqî Dadgeha Cezaya Silhê ya Colemêrgê hat kirin û li dadgehê bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Guven û Tûran li ber derê edliyeyê ji aliyê Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û HDP’iyan ve hatin pêşwazîkirin.
 

Serepeyv