Îlon 18, 2020 10:30 Asia/Tehran
  •  Li Stenbolê; Mamosteyek ji ber sparteka kurdî ji dibistanê hat dûrxistin

Hîndekarê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bazirganiyê Ya Stenbolê 'Bekîr Tank' ji ber sparteka kurdî da xwendekarên xwe ji dibistanê hat dûrxistin.

Li gorî rapora Mezopotamyayê (MA), Hîndekarê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bazirganiyê Ya Stenbolê Bekîr Tank di sala 2017’an de 2 metn wergera kurdî spartek da xwendekarê xwe. Tank bi boneya vê yekê bi “dabeşkariyê” hat sûcdarkirin û ji dibistanê hat dûrxistin. Di sala 2017’an de derbarê Tank de ji aliyê Rektoriya Zanîngehê ve lêpirsîn hat destpêkirin û di 31’ê tebaxa 2020’an de peymana wî hat bidawîkirin û ji dibistanê dûr xistin.  

Tank da zanîn ku wî di 17’ê sibata 2017’an de ji bo wergera "Sirûda Îstîklalê" û "Xîtabeya Ataturk" a ji bo Ciwanan daye xwendekaran û xwestiye wek spartek werger bikin. Tank got ji ber spartekê Konseya Xwendekaran giliyê wî kiriye û piştî lêpirsînê ew ji wezîfeyaê dûr xistine. Tank diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên “înkarê” derketiye û tişta anîne serê wî dewama polîtîkaya “înkarê” ye.

 

 

 

Serepeyv