Îlon 15, 2020 11:58 Asia/Tehran
  •  130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne

130 rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û welatiyên ku ji Behra Reş in li dijî êrişên nijadperest derketin û diyar kirin ku sedema van êrişên nijadperest ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd ku bi salan e nayê çareserkirin derdikeve holê.

Rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û gelek welatiyên ji derdorên cuda yên 130 kesî pêk tên û ji hemwelatiyên ji Derya Reş in li dijî êrişên nijadperest ên li ser karkerên kurd daxuyaniyek belav kir û êrişan şermezar kirin. 

Daxuyaniya bi sernavê “Em li dijî reşkirina Derya Reş in” hat belavkirin wiha hat gotin: “Tiştên ku li Sakaryayê diqewimin ne tiştek hêsan û ji rêzê ye. Êrişên li dijî karkerên kurd ji gelek aliyan ve metirsiyan derdixe holê û kûr dike. Ji ber newekheviya aborî û bêedaletiya li welatê me her sal karkerên kurd ji bo berhevkirina çay û findiqan tên Derya Reş û pir eşkere ye ku ev êrişên tundiyê ne ji rêzê ne. 

EM Ê RÊ NEDIN NIJADPERESTIYÊ 

Ew di nava şertên giran de dixebitin. Li dijî karkeran tundiya cudakariyê, psîkolojîk tê kirin. Ev yek jî bi çaresernekirina pirsgirêka kurd a bi salan e didome re girêdayî ye. Ew êrişêkarên herî dawî li Sakaryayê kulmê diavêje karkera kurd a jin wêrekiyê ji îqtîdara ku zilaman diparêze digire. Bêhiqûqiya ku diqewime ne bes e berdan û cezanekirina êrişkaran hin bêtir bandorek neyînî li ser civakê dike.  Em carek din li vir eşkere dikin, em li dijî reşkirina Derya Reş derdikevin. Em ê nehêlin ku herêma me bikin herêmek nijadperest. Em ji bo aştî, edalet, wekhevî û demokrasiyê têkoşîna xwe didomînin. Me baweriya xwe ya ji bo aştî û wekheviya gelan, winda nekiriye. Em li cem karker û kedkarên kurd in. Çimkî wê van hewldan me derxin ronahiyê. Em ê nebin alîgirên îqtîdarê.”

 

 

Serepeyv