Tebax 03, 2020 21:17 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​SOHR: Li Serê Kaniyê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ya muxalifeta Sûriyê ragihand ku leşkerekî artêşa Tirkiyê li bajarê Serê Kaniyê bi destê kesên nenas ve hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku cihê wê li paytexta Brîtanyayê Londonê ye ragihand ku leşkerekî artêşa Tirkiyê li derdora firneya alî ya bajarê Serêkniyê yê dagirkiî kuştî hate dîtîn.

SOHR, diyar kir ku leşkerê Tirkiyê bi gullan hatibû kuştin û nasnama kesên ew kuştine, nehatiye naskirin.

Serepeyv