4 endamên koma terorîst a PJAK`ê ser sînûrê Banê hatine kuştin
Fermandetiya Hêza Intizamî ya Komara Îslamiya Îranê ji rûxandina tîmeke terorîst a ser bi koma terorîst a PJAK`ê li ser sînûrê bajarê Banê agahî da.
Serdar Seîd Montezêrulmehdî, berdevkê Fermandetiya Hêza Intizamî ya Komara Îslamiya Îranê got: Şeva buhurî sînûrvanên binkeya sînûrparêziyê bi hevkariya ji hêla istixbarat û operasiyonê ya hêzên emnî û asayişê li bajarê Banê û şopandina deqîq a liv û tevgerên li ser sînûr, pê hesiyan ku endamekî sereke û girîng ê Koma Terorîst a PJAK`ê derbasî welêt bûye û demlidest karên ji bo operasiyona ji bo girtina wî û sekinîna li hember vê tîma terorîst xistin nav destûrxebata xwe.
Wî herwiha got: Hêzên emnî di vê operasiyonê de tirombîleke Semendê ku hilgirê endamên vê tîma terorîst bû nasîn ku di encama pevçûna bi çek a di navbera sînûrvanên egîd û van terorîstan de 4 endamên PJAK`ê hatin kuştin.
Berdevkê Polîs got: Di lêgerîna tirombîlê û cihê pevçûnê de gelek çek û alavên cengê yên wek çend demance, Xişab, gulle û naroncok hatin zeftkirin.