May 23, 2020 12:28 Asia/Tehran
  • Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Rojine bi êş li benda Erdogan in

Rojnameya El Beyanê ji zarê Serokê Erkana hêzên asîmanî ya hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê nivîsî: Rojine bi êş li benda Erdogan in.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Hawar Newsê, Rojnameya El-Beyan wiha nivîs: "Serokê Erkana hêzên asîmanî ya hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Seqir El-Ceroşî got ku pergala asîmanî li ber pêkanîna oprasiyona mezin a dîrokê li Lîbyayê ye, dê saetên pêş ji bo Erdogan pir bi êş bin. Li aliyekî din jî dewleta Tirkiyê piştevaniya xwe ji milîsên terorîst ên li Lîbyayê re bi hewldana rawestandina pêşketina hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya li dijî milîsên terorîst û tundraw, berdewam dike."

El-Ceroşî da zanîn tevahî nuqte û berjewendiyên dewleta Tirkiyê li bajarên dagirkirî, di hedefa projeya balafirên Lîbyayê de ne û agahî dane sivîlan ku dûrî wan nuqteyan bin û wiha domand: "Bila gel biewle be emê parastina wan bi hemû hêza xwe heta tunekirina dijminê dagirker bikin."El-Ceroşî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bang me ya dawî ji kesên tev li milîsan bûne ku xwe radest bikin heta ku ne li hember hêzên artêşa Lîbyayê bin."