May 23, 2020 09:39 Asia/Tehran
  • Gunay: AKP di van rojên pîroz de êrişî nirxê gelê kurd dike

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay têkildarî cenazeyên bi rengekî komî li bin peyarêyê hatine veşartin got: "Ya ku li wir hatiye veşartin wijdan, exlaq û mirovahiya desthilatdariyê ye. Ev gel wê vê yekê ji bîr neke û hesabê wê bipirse."

Berdevka HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay civîna çapemeniyê ya heftane li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê pêk anî. Gunay mijarên di rojevê de nirxand û nerazîbûn nîşanî operasyona li Amedê ku gelek siyasetmedar hatin binçavkirin da. Gunay got: "Bi operasyonên qirkirina siyasî îro dest pê kir. Zext, bêhiqûqî, binçavkirin, operasyonên qirkirina siyasî me matmayî nahêle, lê her carê daxwaza me ya têkoşînê mezintir dike." Gunay xwest hevalên wan ên îro hatine binçavkirin tavilê bên berdan û dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn.

 'OPERASYON DEWAMA TUNDIYA LI JINÊ YE' 

Gunay anî ziman ku operasyona li dijî Komeleya Jinê ya Rosa peyamek ji bo dewamkirina tundiya li jinê, destavêtin û parastina kujeran e û got: "Zext û zordariyê nekariye bi têkoşîna me ya jinê, nekariye bi piştevaniya jinê. Têkoşîna me sînor nas nekiriye. Îro jî wê nas neke, sibe jî nas neke."

 'YA KU HATIYE VEŞARTIN WÎJDANÊ DESTHILATDARIYÊ YE' 

Gunay bal kişand ser êrişên li dijî goristanan û wiha got: "Li çar aliyên Tirkiyeyê goristan hatin xerakirin. Bifikirin, di meha Remezanê de dayikek bi rojî ji bo êriş li gora kurê wê neyê kirin bi rojan li ber goristanê nobe girtiye. Lê belê vê desthilatdariyê dest ji êrişa li dijî goristanan bernedaye." Gunay bal kişand ser veşartina 261 cenazeyên li Goristana Kîlyosê yên di bin peyarêyê di cihe biçûk de hatine veşartin jî û wiha got: "Herî dawî 282 cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, eşkere bû ku ne li goristana Kîlyosê, lê li kêleka rêya li ber goristanê hatine veşartin. Beriya niha cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin, şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û bi vî rengî malbat ceza kiribûn. Doh jî bi veşartina cenazeyan li kêleka rê malbat careke din ceza kirin. Goristan nirxê hevpar ê civakê ye, pîroz e. Li gorî Îslamiyetê nasname, bawerî û nêrîn çi dibe bila bibe hurmet ji cenazeyan re tê nîşandan. Dema ku darbesta cenaze derbas dikin her kes radibe ser piyan û hurmeta xwe nîşan dide. Lê AKP çi dike? Desthilatdarî çi dike? Êrişên xwe yên li dijî goristanan dewam dike. AKP di van rojên pîroz de êrişên li dijî pîrozmendiyên gel dewam dike. Bi rengekî bêexlaqî cenazeyan li kêleka rê vedişêrin. Ya ku li kêleka rê hatiye veşartin wijdan, exlaq û mirovahiya desthilatdariyê ye. Gel dê vê yekê ji bîr neke û hesab bipirse." 

'ŞAREDARIYÊN ME DAGIR KIRINE' 

Gunay di axaftina xwe de bal kişand ser danîna qeyûmên şaredariyên HDP'ê û got: "Bêhiqûqî xilas nabin. AKP tenê ne siyasetmedaran binçav dike û digire. AKP di heman demê de şaredariyên me desteser dike. Heta niha 51 şaredariyên me ji aliyê AKP'ê ve hatine desteserkirin. Hemû kirinên qeyûman li ber çavê xelkê me ye û em qeyûman dişopînin. Mafê hilbijartinê yê gelê kurd hatiye desteserkirin. Talana xwe jî bi Sirûda Îstîklalê û daliqandina alê pêk tînin. Şaredariyên me bi tîmên taybet, esker û polîsan tên dagirkirin. Navê guhdariya sirûdê ûdaliqandina alê dagirkerî ye. Lê wê gelê me qet vê yekê qebûle neke."