Adar 26, 2020 17:43 Asia/Tehran
  • Hevseroka HDP'ê xitabî dewleta Tirkiyê: Bilez zîndanan vala bikin

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî amajeya bi zêdebûna hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Tirkiyê xitabî dewleta vî welatê got: Bilez zîndanan vala bikin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî rexneya ji plana reforma qanûna sizyaê ku ji aliyê AKPê va hatiye amadekirin, got: Di vê pêvajoyê da heta deqîqeyekê jî nabe ku bibe derengî. Bêyî danûstandina li ser vê mijarê û bêyî meşiyana li gorî bernameyên xwe yên siyasî, bilez zîndanan vala bikin. Em daxwaza beranberiyê di qanûna sizayêî da dikin.

Ji aliyê din va Keskîn Bayender, Hevseroka Partiya Navçeyên Dêmokratîk (DBP) di axadftinekê da tevî amajeya bi belavbûna Vîrûsa Koronayê (KOVÎD-19) li Tirkiyê, got: Li ti yek ji parêzgehên Kurdnişîn ên Tirkiyê navenda testa Koronayê tuneye.Keskîn Bayender di axaftinekê da tevî amajeya bi belavbûna Vîrûsa Koronayê got: Desthilatdariya siyasî ya Tirkiyê hîç amadetiyek li hemberî vê nexweşiyê tuneye. Em bi hikûmetekê ra rûbirû ne ku heta jibo kedkarên tendurustî û dermankirinê yên xwe jî nikare pêdiviyan dabîn bike. Diyar e ku çawa çavkaniyên welêt talan kirine. Nebûna hîç navendeke testa Koronayê li parêzgehên Kurdnişîn nîşana nêrîna desthilaytdariyê li kurdan e. Parêzgeha Wanê yek ji pênc parêzgehên li ber gefê yên Tirkiyê li hemberî Koronayê ye; Lê ti amadetiyek li vî bajarî jibo têkoşîna dijî vê vîrûsê pêk nehatiye.

Li gorî nivîsîna rojnameya Evrenselê, bayender di dewama axaftina xwe da destnîşan kir ku hemî zîndanî divê ku di vê pêvajoyê da ji zîndanan werin azadkirin.