4`emîn Kongreya Asayî ya HDPê berdewam e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313478-4_emîn_kongreya_asayî_ya_hdpê_berdewam_e
HDP 4mîn kongreya xwe ya giştî îro danê sibê dest pê kir
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2020 13:59 Asia/Tehran
  • 4`emîn Kongreya Asayî ya HDPê berdewam e

HDP 4mîn kongreya xwe ya giştî îro danê sibê dest pê kir

Kongre li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve diçe. Tê pêşbînîkirin ku Mithat Sancar û Pervîn Buldan weke hevserokên nû yên HDPî bêne hilbijartin.4`emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDPê li Salona Sporê ya Arenayê dest pê kiriye.Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 23ê Sibata 2020ê bo sazkirina Çaremîn Kongreya xwe ya Asayî destnîşan kiribû, amadekariyan destpê kiribû û baregahên şaxên HDPê li bajar û bajarokên Tirkiyê tevlî van amadekariyan bûn.Hejmareke zêde ya endam û alîgirên HDPê beşdarî vê kongreyê bûne.Hezar û 18 delegeyên tomarkirî yên HDPê hene. Deste û Delegeyên HDPê dê îro di kongreyê de hevserokên Giştî yên partiya xwe hilbejerin û û rêveberiya jî dê were hibijartin.Mithat Sancar û Pervîn Buldan weke namzed hatine destnîşankirin.Hevserokê HDPê Sezaî Temellî di kongreyê de axivtina xatirxwestinê kir û daxwaz ji her kesî ku tevlî “tifaqa demokrasiyê bibe” û got: “''Di van 2 salan de li dijî tecrîda a li Imraliyê, me bedena xwe da ber girêva birçîbûnê. Wî got Ji bo avakirina Komara Demokratîk di rêya demokrasiyê de divê em têkoşîna demokrasiya geş bikin.