Sibat 14, 2020 17:24 Asia/Tehran
  •  Moskovayê li bara gotinên bi tehrîk û tund Tirkiye hişyar kir

Wezareta karên derve ya Rûsiyayê bal kişande ser ku istifadeya nerewa ya Tirkiyê ji rewşa Idlibê û ji karbidestên vî welatî xwest ji gotinên bi tehrîk xwe biparêzin.

Piştî ku Dewlet Baxçelî rêberê MHP`ê Miskova berpirsê kuştin yan jî birîndarbûna eskerên Tirkiyê li operasiyona artêşa Sûriyê li Idlibê daye zanîn, Rûsiyayê li bara dewama van gotinên bi tehrîk hişyarî da.

Wezareta karên derve ya Rûsiyayê li daxûyaniya ku duh pêncşemê belav kir ragihand: Ser bawera Moskovayê behregirtina ji rudawên xembar bona vergirtina parûpişkên siyasî li nav Tirkiyê nayê qebûlkirin û em ji karbidestên Tirkiyê dixwazin van gotinên bi tehrîk û tund neyînin ziman ji ber ku ev gotinên wiha tu alîkariyek bo gotûbêjên siyayî di navbera du welatan de li ser Sûriyê nake.

Mariya Zaxarova Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê jî li vê barê ragihand; Siyaseta sereke ya Rûsiyayê eva ye ku aloziya Idlibê kêm bibe û rêçareyek bona kutahîdana bi aloziya Idlibê bê peydakirin.

oskova bawere ku Enqere li Idlibê rêketinnameyên tev Rûsiyayê binpê dike û alîkariya terorîstan dike û vê yekê rewşa Idlibê aloztir kiriye.

Aleksî Yorxov baylozê Rûsiyayê li Tirkiyê got: Rewşa Idlibê li bakûra Sûriyê û çêbûna wezyeta heyecanî bûye sebeb li nav torên civakî dijayetiya tev Rûsiyayê ji aliyê gelê Tirkiyê zêdetir bibe.

Wî got ku li ser torên civakî gef li wî hatine xwarin wî hinek peyam vergirtine ku ji ber rewşa Idlibê gefa kuştinê li wî hatiye xwarin.