Cotmeh 12, 2019 07:50 Asia/Tehran
  • Tirkîyê bertek nîşanî boykotên ihtimalî yên Waşîngtonê dijî Enqerê da

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê pêgirî kir ku pêwîst e bersiva boykotên ihtimalî yên Waşîngtonê yên dijî Enqerê bê dayînê.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê şeva buhurî di daxûyanîyekê de weke berteka himberî boykotên ihtimalî yên Amerîkayê dijî Tirkîyê ragihand ku ew dê bersiva kiryarên Waşîngtonê yên dijî Enqerê bide.

Wezîrê Xizînedarîya Amerîakyê Steven Mnuchin şeva buhurî Tirkîye hişyar kir ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di halê raberkirina izna sepandina biykotên dijwar ser Tirkîyê da ye.

Steven Mnuchin duh gef kir ku heke pêwîst be Amerîka dikare abora Tirkîyê xopan bike.

Bi dû wê gefxwarina Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê têkildarî sepandina boykotên dijwartir ser Tirkîyê da, bihaya Lîrê Tirkîyê himberî Dolarê Amerîkayê sedî 1 daket û bihaya her Dolarekî Amerîkayê giheşte 5 Lîr û 82 Kurûşan.