Îlon 20, 2019 13:01 Asia/Tehran
  • Tirkiyê kompaniyn navneteweyî derbarê çalakiya li Rojhilata Deryaya Sipî hişyar kirin

Tirkiyê ragihand: Em bi ti awayî rê nadin ku çavkaniyên enêrjiyê li navçeyên nêzikî beşa tirknişîn a Girava Qibrisê li rojhilata Deryaya Sipî bên vedîtin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB Newsê, Wzeareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku Enqere dê îzna çalakiyên wiha nede kompaniyên ku dil hene bi wergirtina destûrê ji beşa yûnanînişîn a Qibrisê li navçeyên nêzikî beşa tirknişîn a vê giravê li rojhilata Deryaya Sipî çavkaniyên enêrjiyê keşf bikin.

Vê dawiyê beşa yûnanînişîn a Qibrisê hin girêbest digel kompaniyên navneteweyî jibo vedîtina çavkaniyên enêrjiyê li nêzikî beşa tirknişîn a vê Giravê wajo kirine.

Berdevkê Wzeareta karên derve ya Tirkiyê tevî pêgiriya lis er berevaniya ji maf û berjewendiyên vî welatî got: Emê destûrê rê nedin tu welatekî biyanî, kompanî an keştiyê ku bêyî wergirtina destûrê ji Tirkiyê di warê vedîtina çavkaniyên enêrjiyê li vî warî da bixebite.