Îlon 20, 2019 08:55 Asia/Tehran
  • Parlimana Ewropayê wêdadayîna şaredarên Kurd li Tirkiyê şermezar kir

Civîna hilkolandina mijara wêdadayîna şaredarên Kurd ên Tirkiyê û danîna qeyûman li dewsa wan ji aliyê Wezareta karên hundir a Tirkiyê va û dawîn guhertinên derbarê rewşa Mafên Mirovan li Tirkiyê li Parlimana Ewropayê hat lidarxistin û komên siyasî yên hazir li parlimanê ev karê Tirkiyê şermezar kirin.

Li gorî rapora Kurdpressê ji zarê rojnameya Bîrgunê, Komên siyasî yên hazir li Parlimanê tevî şermezarkirina Tirkiyê derbarê wêdadayîna şaredarên Kurd ên hilbijartî ji aliyê gel va, daxwaza azadkirina lezgîn a parlementer û siyasetvanên zindanî kirin.

Di daxuyaniya weşandî ji aliyê komên siyasî li Parlimana Ewropayê, tevî rexneya tund ji wêdadayîna şaredarên Kurd hatiye destnîşankirin ku ev kar derbeka mezin li dêmokrasiyê li Tirkiyê dixe.