Tebax 15, 2019 17:32 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu: Trump soza herêma ewle bi kûrahiya 32 K.M dabû me

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çavuşoglu ragihand, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump soz dabû, ku kûrahiya navçeya aram 20 mayl be. Wî herwiha got: Bêyî derketina YPG`ê, rojhilatê Firatê aram nabe.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çavuşoglu îro li Enqerê  di konferanseke rojnamevanîyê de, têkildarî navçeya aram li bakurê Sûriyê û lihevkirina Enqere û Waşingtonê ya di vî warî de derbarê de got, hêj gelek mijrên têkildarî navçeya aram hene ku divê herdu alî li ser hûrgiliyên wan gotûbêjan bikin.

Çavuşoglu herwiha rêkeftina Enqere û Waşingtonê ya derbarê Nexşerêya Minbicê de jî bibîr xist û diyar kir, Tirkiye vê carê qebûl nake ku Amerîka siyaseta mijûlkirinê û derbaskirina demê bikar bîne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê tekezî li ser derxistina hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji rojhilatê Firatê kir û got, bêyî derxistina YPG`ê, ew dever aram nabin.

Çavuşoglu herwiha got: “Firokeyên me yên bêfirokevan li herêmê dest bi firînê kirin. Dê li vê herêmê xalên çavderiyê û gerên hevbeş hebin.

Çavuşoglu herwiha rexne li şandina çek û alîkariyên leşkerî bo YPG`ê girt û got, di demekê de ku rayedarên herdu welatan li Enqerê di civînê de bûn, Amerîkayê bi sedan kamyon çek ji YPG`ê re şandin.

Mevlut Çavuşoglu derbarê kûrahiya navçeya aram de jî ragihand, Serokomarê Amerîkayê, Donald Turmp soz dabû Tirkiyê ku dê kûrahiya navçeya aram 20 mayl be.