May 15, 2019 12:21 Asia/Tehran
  • Greva parlementerên HDPê li Qada gelemperî ya Parlimana Tirkiyê

Li pey redbûna pêşniyara Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) jibo daxwaza hilkolandina grevên birçîbûnê yên pêkhatî ji aliyê çalakên medenî yên Kurd ên Tirkiyê, parlementerên vê partiyê li Qada gelemperî ya Parlimana Tirkiyê dest bi grevê kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, li pey redbûna pêşniyara hilkolandina grevên birçîbûnê yên pêkhatî ji aliyê çalakên siyasî yên medenî yên Kurd ên Tirkiyê di zindanan û derveyî zindanên vî welatî bi nîşana nerazîtiya li hemberî tecrîda li ser Ebdullah Ocalan ku ji aliyê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) va bo parlimanê hatibû raberkirin, parlementerên vê partiyê di Qada gelemperî ya Parlimana Tirkiyê da dest bi grevê kirin.

Ayîşe Açar Başaran û Dîlan Dirayet Taşdemîr parlementerên Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li parlimana Tirkiyê bi raberkirina vê planê û bi gotina vêya ku 8 kesan di zindanên Tirkiyê da canê xwe ji ber vê yekê ji dest dane, daxwaza raberkirina rêkarekê ji aliyê parlementerên Parlimana Tirkiyê bo vê meseleyê kirin. Lipey redbûna vê planê, parlementerên Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) Qada gelemperî ya Parlimana Tirkiyê neterikandin ku ev kiryar bû sebeba ragihandina bêhnvedanê ji aliyê serokatiya parlimanê û li pey hin gotûbêjên pêkhatî digel koma HDPê, van parlementeran greva xwe bi dawî anîn.