Kanûn 13, 2018 18:02 Asia/Tehran
  • Demirtaş: 3 AKP`yî, dîwana yekî HDP`yî dikin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedînn Demirtaş ku 142 sal ceza jêre tên xwestin, li dadgehê axivî û got: "Niha 3 AKP`yî, dîwana yekî HDP`yî dikin. Ev yek ji bo min giran e. Naxwazim parastinê bikim. Delîlên min hene, daxwaza min a xweparastinê tineye."

Dadgehkirina hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş li 19`emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê di roja duyem de hat domandinê. Di rûniştina danê sibehê de daxwaza Demirtaş a redkirina dadwer, nehat qebûlkirin.

Li ser wê Demirtaş ji heyeta dadgerîyê re got: "Ev dadgeh nikare wiha serederîyê ligel me bike. Eger hûn biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nakin, bi awayekî zelal binivîsin û bibêjin; ev biryara DMME`yê me eleqedar nake."

Demirtaş ji dadweran re got ku tişta hûn dikin tawan e û got: "Hûn erkê dadweriyê ji bo jinavbirina hilbijêr û nasnameya min a siyasî di berjewendiya desthilatê de bi kar tînin. Hûn daxwazên me nabînin. Hûn kar û erkê xwe xirab bikar tînin. Hûn nikarin henekê xwe bi aqilê me bikin. Ez vê yekê qebûl nakim."

Demirtaş diyar kir ku ew ji destpêkê ve dizanin mercên muhakimekirineke dadmendane nînin û got: "Ez vê yekê dizanim, niha sê AKP`yî, yekî HDP`yî muhakime dikin. Ev yek ji bo min giran e. Naxwazim parastinê bikim. Delîlên min hene, daxwaza min a xweparastinê tineye."

Selahedîn Demirtaş tekez kir ku eger serê xwe ji Erdogan re bitewanda niha li Koşkê bû û got: "Min serê xwe ji Erdogan re netewand lewma ez niha li vir im, ez qet serê xwe ji vê bêedaletiyê re natewînim. Hûn jî nikarin serî bi min bidin tewandin. Hûn nikarin bi biryarên neyasayî û li gor dilê Erdogan vê dadgehkirinê berdewam bikin. Ez nabêjim dadgehkirinê biqedînin an na. 142 sal tê xwestin? Hûn çiqasî didin bidin tirsa min nîne. Lê ez li vê derê rûmeta xwe nadim perçiqandin."