Kanûn 09, 2018 18:28 Asia/Tehran
  • Çaglar Demîrel û 15 girtiyên din bona piştgîriya ji Leyla Guven gireva birçîbûnê li dar xistin

Çaglar Demîrel, parlimanterê berê yê Amedê li Parlimana Tirkiyê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku niha li girtîgehê ye li nameyekê piştgîrî da Leyla Guvenê û gireva wê ya birçîbûnê ke heya demeka nediyar destpê kiriye û destpêkirina gireva birçîbûnê li zîndana Kocaeliyê ji aliyê komeka 15 kesî ji zîndaniyên siyasî yên Kurdên Tirkiyê ragihandiye.

Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê rojnama Evrenselê, Çaglar Demîrel, parlimanterê berê yê Amedê li Parlimana Tirkiyê ji Partya Demokratîk a Gelan (HDP) ku niha li girtîgehê ye li nameyekê piştgîrî da Leyla Guvenê û gireva wê ya birçîbûnê ke heya demeka nediyar destpê kiriye û destpêkirina gireva birçîbûnê li zîndana Kocaeliyê ji aliyê komeka 15 kesî ji zîndaniyên siyasî yên Kurdên Tirkiyê ragihandiye û gotiye: "Me ligel komeka 15 kesî bona işkandina tecrîda Ocalan gireveka birçîbûnê destpê kiriye".

Demîrel li peyama xwe ya ji zîndana Tîpa F ya Kocaeliyê gotiye: "Min ligel 15 kes ji hevalên xwe yên siyasetmedar, ji îro ve bona piştgîriya ji Leyla Guvenê, bo mideha 10 rojan gireva birçîbûnê destpê kiriye. Em ji hemî hêzên demokrasîxwez dixwezin li hember cinayetên dijî mirovantiyê bertek nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin û têkoşînên demokratîk berfireh û zêde bikin. Divê her kesek di dewsa xwe de bibe Leylayek û her bi vê raman û fikrê ve bimeşe û tev bigere".