Kanûn 08, 2018 16:05 Asia/Tehran
  • Demirtaş: Em ji ber kurdbûnê hatine zindanîkirin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê Selahedîn Demirtaş dibêje ku ji ber kurdbûnê cudakariyeke eşkere tê kirin û zindanîkirina wan ji ber kurdbûnê ye.

Hevserokê berê yê HDP`ê Selahedîn Demirtaş ku du sal û mehek e li Girtîgeha Cezayên Giran a Edîrneyê hatiye girtin, bi rêya parêzerên xwe nameyek ji rojnameya Le Monde ya Fransî re şandiye û têde daxwaz dike ku di rûniştina roja 12-12-2018`an de beşdarî rûniştinê bibin ji bo piştevanîkirin û gihandina dengê wî bo dezgehên navdewletî.

Demirtaş di nameya xwe de diyar kiriye: “Vê nameyê ji odeya takekesî ya Girtîgeha Cezayên Giran dinivîsim, ku zêdetirî du salan e hatime girtin. Heta niha 5 hezar endam û kadroyên partiya min ji ber yek sedemî hatine desteserkirin.”

Wî destnîşan kiriye: “Heta niha 58 serokên şaredariyan û 9 parlementerên HDP`ê di zindanê de ne. Bi sedema kurdbûna me, siyasetkirina me û daxwaza me ya parastina can û malên welatiyan ku mafê me ye û ji ber wê cudakariyeke zelal û eşkere ku li dijî me tê encamdan, em hatine zindanîkirin.”

Hevserokê berê yê HDP`ê  Selahedîn Demirtaş herwiha diyar kiriye: “Îro ez daxwaza piştgirî û hevahengiyê ji we dikim. Ez rica û hêvî dikim ku di xebata demokrasî û azadiyê de alîkarên me bin û ez bawer im hûn dê şiyanên xwe bi kar bînin ji bo gihandina peyam û dengê me ji pêgehên navdewletî ku ev mijar ji bo me bi qasî man û nemanê girîng e. Lewma ez ji we daxwaz dikim ku roja 12`ê vê mehê li ser yek ji wan dozên ku tême tohmetbarkirin, civîna dadgeha têkildarî min yê sê rojan bidome, eger bibe, di rûniştinê de amade bin.”