Civîna çaralî ya Sûriyê 27`ê Cotmehê dê li Stenbolê were lidarxistin
Îbrahîm Kalîn, berdevkê serokomartiya Tirkiyê, bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: ``Civîna çaralî ya Sûriyê bi mazûvaniya Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê û bi beşdariya Vlademîr Pûtîn, serokomarê Rûsyê, Êmanoêl Mekron, serokomarê Fransayê û Angêla Mêrkêl, serokwezîra Almanyayê, wê 27`ê Cotmehê li Stenbolê were lidarxistin``.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Îbrahîm Kalîn, berdevkê serokomartiya Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: ``Civîna çaralî ya Sûriyê bi mazûvaniya Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê û bi beşdariya Vlademîr Pûtîn, serokomarê Rûsyê, Êmanoêl Mekron, serokomarê Fransayê û Angêla Mêrkêl, serokwezîra Almanyayê, wê 27`ê Cotmehê li Stenbolê were lidarxistin``.
Li vê daxuyaniyê hatiye ragihandin: ``Çaverêtî heye li vê civînê rewşa meydanî, hevhatina Idlibê û pêvajoya siyasî ya Sûriyê ji hemî berûlayan ve werin hilkolandin û nihêrîneka hevpar ji bo gihîştina li rêçareyeka mayinde ji bo bidawîanîna nakokiyan bi dest keve``.