Cotmeh 13, 2018 13:52 Asia/Tehran
  • Qeşeyê amerîkî ku li Tirkiyê zîndanî bû, hate azadkirin

Ji ber zextûzorên Amerîka dadgeha bajarê Izmîra Tirkiyê hukmê azadkirina Qeşe Brunson ku li Tirkiyê bi tawana sîxoriyê zîndanî bû, derxist.

Li gor rapora medyayên Tirkiyê Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson duh îniyê bo cara çaran di bin teybîrên zave ewlehiyê birine dadgeha bajarê Izmîra Tirkiyê û dadgehê piştî guhdarîkirina gotinên şahidan hukmê azadiya wî derxist.

Qeşe Brunson piştî zîndaniya du salan, serbest hate berdan û şeva bûrî ji Tirkiyê derket û ber bi Almanyayê ve birê ket.

Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson û hevjîna xwe bi riya firokxaneya Adnan Menderes a Izmîrê ji Tirkiyê derket û ber bi Almanyayê birê ket.

Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku bi tawana “hevkariya li gel FETO û PKKê” û “sîxuriyê” li mala xwe ya li bajarê Îzmîra Tirkiyê di hepsa malê de bû, îro cara 4emîn derdikete pêşberî dadgehê.

Andrew Brunson ku ji 25ê Tîrmeha 2018a ve di hepsa malê de ye, îro sibehê di derdora saet 05:30a li gel gelek tevdîrên ewlehiyê ji mala xwe hat derxistin û bo Kampusa Saziyên Înfaza Cezayan a Alîaga (Elîaxa) ya li bajarê Îzmîra Tirkiyê hat veguhastin.

Herwiha Norine Brunson, hevjîna Andrew Brunson û dîplomatê Amerîkî Jeffrey M. Hovenier jî bo şopandina dozê çûn Kampusa Saziyên Înfaza Cezayan a Alîagayê.

Andrew Brunson di 9ê Kanûna 2016a de hat girtin û di îdianameya wî de hat gotin ku Brunson li ser navê qeşetiyê bi zanebûn û daxwaza xwe hevkariya “wan rêxistinên terorê” dike û karê sixurtiyê dimeşîne.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber zext û zora Amerîkayê ser Tirkiyê û xirabûna rewşa aborî ya vî welatî ev qeşeyê amerîkî bi saya mudaxileya serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan hatiye berdan û dagehehîkirina hanê bi tenê şanoyek bû ji bo ku were gotinê ku dadgehê hikmê azadiya wî daye.