Cotmeh 10, 2018 09:57 Asia/Tehran
  • Hejmarek leşkerên din ên tirkîyeyî bi tawana hevkarîya digel tevgera Gulen hatin girtinê

Hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê 49 leşkerên din li 28 parêzgehên vî welatî bi tawana hevkarîya digel Tevgera Gulen girtin.

Li gorî fermana dozgerîya Enqerê, di encama opêrasyonekê li 28 parêzgehên Tirkîyê e, 49 leşker bi tawana desthebûna li derbeya serneketî ya 15`ê TÎrmeha sala 2016`an û hevkarîya digel Tevgera Gulen hatin girtinê.

Tê gotin 20 kes ji leşkerên hanê erkdar û 29 ên din jî vê dawîyê malnişîn bibûn.

Piştî derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê, dewleta AKP bi dehan hezar kes bi tawana hevkarîya digel Tevgera Gulen girtin û nêzî 120 hezar kes jî ji sazî û dezgehên dewletê derxistin.