Trump biryara rawestandina firotina balafirên cengê yên F-35 bo Tirkîyê wajo kir
Serokomarê Amerîkayê firotina balafirên cengê yên F-35`ê bo Tirkîyê bi wergirtina rapora 90 rojî ya Pentagonê û nirxandina erênî ya vê raporê ve girêda.
Donald Trump serokomarê Amerîkayê îro bi wajokirina pêşnameya bûceya berevanîyê ya vî welatî, biryara Kongirê ya rawestandina firotina balafirên cengê yên modêla F-35`ê bo Tirkîyê wajo û erê kir.
Trump li merasimekê ku li baregeheke leşkerî li New Yorkê hat lidarxistinê, pêşnivîsa bûca berevanîyê ya Amerîkayê ku 716 mîlyard dolara digire ber xwe û çendekê berî niha li Kongira vî welatî hat erêkirinê, wajo kir û fermana cihanîna wê da.
Li gorî pêşnameya bûceya berevanîya Amerîkayê, Wezareta Berevanîyê ya vî welatî ango Pentagon dê 638 milyard dolarî ji bo planên leşkerî û 69 milyard dolarî jî ji bo opêrasyonên leşkerî li welatên din wergire.
Pentagonê 90 roj mecal heye ta ku raporekê derbarê peywendîyên dualî yên Amerîka û Tirkîyê de raber bike û heta wê demê firotina balafirên cengê bo Tirkîyê bê rawestandin.