Tîrmeh 21, 2018 18:31 Asia/Tehran
  • Derxistina rojê 26 hezar bermîlên niftê li deverên kurdnişîn ên Tirkîyê

Li deverên kurdnişîn ên Tirkîyê di rojê de 26 hezar bermîl nift tê derxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Mistefa Demir rêvebirê çiqa Batmanê ya Şîrketa Nifta Tirkîyê got: Di rojê de 26 hezar û 553 bermîl nift ji bîrên niftê yên li parêzgehên Dîyarbekir, Batman, Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê tên derxistin.

Wî bal kişand ser pêngavên cidî yên Tirkîyê di warê peydakirina niftê li deverên rojhilat û başûra rojhilata vî welatî û got: Ji bîrên niftê yên parêzgehên Dîyarbekir, Batman, Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê nift tê derxistin û nifta herî zêde ji bîrên niftê yên herêma Batmanê tê derxistin. Karê kolandina 29 bîrên niftê ji 52 bîrên ku hatine peydakirinê bi dawî hatîye û kolandina 15 bîrên din jî wê di rojên bê de destpê bibe.

Mistefa Demir rêvebirê çiqa Batmanê ya Şîrketa Nifta Tirkîyê li dewama axavtina xwe got: Karê peydakirina zêdetir a niftê li navça Batmanê didome û peydakirina bîrên niftê li devera Çûkûrca ya parêzgeha Colemêrgê jî destpê bûye.